'Meaşê kêm herî kêm divê bibe 3 hezar û 500 TL'

img

WAN - Waniyên ku ji ber krîza aborî kar bi dest wan nakeve, dixwazin meaşê kêm herî kêm bibe 3 hezar û 500 TL. 

Hevdîtinên ji bo meaşê kêmtirîn didomin. Yek ji bajarê ku hejmara betaliyê lê zêde ye jî Wan e. Derbarê meaşê kêm de em bi waniyan re axivîn. Waniyan, bal kişandin ser krîza aborî û diyar kirin ku piştî şewb jî belav bûye bi temamî rewş xirab bûye û kar bi dest wan nakeve. 
 
Huseyîn Gîrgîn ku bi ereboka xwe ya destan kuçe bi kuçe baran vediguhêze, diyar kir ku her tişt biha bûye û êdî nikarin debara xwe bikin. Gîrgîn xwesr meaşê kêm herî kêm bibe 3 hezar û 500 TL. 
 
Gîrgîn got: "Betalî pir zêde bûye. Bi meaşê kêmtirîn jî êdî kar bi dest me nakeve. Lewma em ciwan an hemaltiyê dikin an jî em vê ereboka sê tekerî dişixulînin. Kes bi halê kesî nizane. Heger hûn ji me bipirsin, belê em birçî ne. her dder girtin, lê negotin dê ev kes çawa debara xwe bikin. Em bi meaşê kêm jî razî ne, bes bila karek me hebe. Rojê 20-30 TL bi dest me dikeve. Qet nebe di vê pêvajoyê de bila piştgiriya kesên betal bikin. Fatûreya ceryanê herî kêm 120 TL tê. Ceryan, av, gaza xwezayî.. Gava tu evana hesêb bikî tiştek namîne." 
 
‘5 HEZAR TL TÊR NAKE' 
 
Necmettîn Toraman jî anî ziman ku di salekê de zexîre ji sedî 60 biha bûye û xwest di şert û emrcên bi vî rengî de meaşê kêm bibe 4 hezar TL. Toraaman got: "Li bajêr kar nemaye. Kargeh, aşxane, çayxane hemû ji be rşewbê hatine girtin. Ên bi meaşê kêm dixebitin nikarin heqê xwe bistînin. Birayê min jî salek e meaşê xwe nagire. Em nizanin em ê derdê xwe ji kê re bibêjin. Em heya qirikê tije bûne. Em biaxivin em ditirsin em bên girtin." 
 
Toraman anî ziman ku berê bi hezar TL'yî debara mala xwe dikir û got: "Lê niha 5 hezar TL jî têr nake." 
 
‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN' 
 
Ersîn Yurek jî got: "Gava em li rewşa aborî dinêrin, meaşê kêm herî kêm divê bibe 3 hezar û 500 TL. Ji ber şewbê û krîza aborî her tişt biha bûye. Teneka rûn bûye 220 TL. Ez di sala 2007'an de li Stenbolê, li se rînşeatan dixebitîm. Wê çaxê min 120 TL distand û min debara xwe dikir. Lê niha bi 120 TL tu nikarî kîsek şekir jî bikirî. Yewmiyeya me pir neguherî. Niha 130 TL ye. Lê zexîr epir biha bûye. Em 6 kes in Fatûreya ceryanê herî kêm 120 TL tê. Em bi zorê debara xwe dikin. Em bi cotkariyê û firotina kayê debara xwe dikin."