Karkerên OSTÎM'ê: Em nikarin bi meaşê kêm debara xwe bikin

img

ENQERE - Karkerên OSTÎM'ê diyar kirin ku nikarin bi meaşê kêm debara xwe bikin û xwestin Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm li gor mifha karkeran biryarekê bide. 

Hevdîtinên ji bo tespîtkirina meaşê kêm didomin. Çavê bi milyonan karkerên bi meaşê kêm dixebitin li biryara Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm e. Karkerên li Herêma Organîzeyê ya Pîşesazî û Navenda Bazirganiyê (OSTÎM) dixebitin, derbarê meaşê kêm û pirsgirêkên bi wan re rû bi rû dimînin de axivîn. 
 
‘DIXWAZIN EM BI YA HINDIK QÎMA XWE BÎNIN' 
 
Karker Fatma Ignak, diyar kir ku bi meaşê kêm ê heyî nikarin debara xwe bikin û bal kişand ser bihabûna fiyetê zexîreyan. Ignak, xwest ku meaşê kêm herî kêm bibe 3 hezar û 500 TL. Ignakî anî ziman ku meaşê distînin têra heqê fatûreyên ceryan, av û gaza xwezayî jî nakin û got: "3 zarokên min hene. Deynê 4 bankeyan li min e. Ji lewra her tişt biha bûye û gava tu kîsikekî tije dikî tu nikarî ji biniya 100 lîreyî ji marketêd erkevî. Ên li meclîsê me temsîl dikin meaşekî zêde distînin û tim her tiştî jî biha dikin. Madem me temsîl dikin nexwe bila dev ji bihakirinê berdin û meaşê kêm zêde bikin." 
 
‘EM NIKARIN NAN BIXWIN' 
 
Mûstafa Gurbuz ku teqawid bûye, lê belê ji ber ku nikare debara xwe bike li OSTÎM'ê bekçîtiyê dike got: "Nikarim biçim bazarê. Mehê carekê kîloyek goşt jî nakeve mala min. Gel nikare nan bixwe. Tên behsa netewperestiyê dikin. Em bi şewbê re rû bi rû man, kesî li halê me nepirsî. Gava Erdogan nû hatibû, gotibû tenê hingulîskek min heye, ka ew hungulîsk?" 
 
‘DERÛNIYA KARKERAN XERA BÛYE' 
 
Nûsret Çinar jî teqawid bûye lê belê ji ber ku nikare debara xwe bike, li OSTÎM'ê li fabrîkeyekê dixebite. Çinar xwest meaşê kêm herî zêde bibe 3 hezar û 500 TL. Çinar, anî ziman ku piştî şewb derketiye holê derûniya karkeran xerab bûye û got: "Her tişt biha bûye. Kîloya porteqalan bûye 5-6 lîre. Goşt bûye 80-90 lîre. Ma kesên vî welatî bi rê ve dibin, qey vê yekê nabînin?" 
 
MEAŞÊ KÊM TÊRA FATÛREYAN NAKE 
 
Metîn Gunaydin jî destnîşan kir ku meaşê kêm têra heqê fatûreyên wî nake û got: "Di şewbê de em li malê neman, lê tiştê ku me qezenc kir jî ancax têra heqê rê kir." 
 
‘BILA GUH BIDIN GEL' 
 
Haydar Gurbuz ku 7 sal in li OSTÎM'ê dixebite, anî ziman ku dê 300-400 TL'yê li meaşê kêm bê zêdekirin têra bikêr neyê. Gurbuz jî xwest meaşê kêm bibe 3 hezar û 250 TL û got: "Kesên li meclîsê bila guh bibin gel. Heger gel guhdar bikin, dê bibînin gel birçî û perîşan e. Lê belê em dibêjin, ê wan jî li vî guhî dikeve li guhê din derdikeve. her diçe her tişt zehmetir dibe. Ne kardêran, bila li karkeran bifikirin." 
 
‘ÇARESERÎ, GUHERÎNA PERGALÊ YE' 
 
Îsa Ozkayayê 31 salî jî bal kişand ser bihabûna fiyetan û got: "Her tişt ji sedî 150 biha bûye. Lê heger rabin meaşê kêm ji sedî 10-15 zêde bikin dê mirov nikaribin debara xwe bikin. Meaşê em distînin têra me nake. Kirêyên xaniyan pir biha bûne. Zivistan hat, mesref zêde bûne. Ji bo çareserkirina prisgirêkan, tekane rê guherandina pergalê ye. Vê pergalê li me ferz dikin, lê belê ev pergal divê biguhere." 
 
‘4 HEZAR Û 200 TL TÊR NAKE' 
 
Yûsûf Ozturk jî anî ziman ku meaşê wî 4 hezar û 200 TL ye, lê belê dîsa jî têra wî nake û got: "Her tişt biha bûye. Ê min ne meaşê kêm e lê nizanim dê mirov çawa bi meaşê kêm debara xwe bikin. Xaniyê min ne yê kirê ye, lê dîsa jî ev meaş têra min nake. Xwedê sebrê bide kesên meaşê kêm distînin û xaniyên wan bi kirê." 
 
MA/ Emrûllah Acar