Çotkarên tûtinê: Hikûmet îstîfa bike

img
SEMSÛR - Çotkarên tûtinê yên li Semsûrê li pêş avahiya Walî û avahiya AKP'ê ya Semsûrê kom bûn û xwestin hikûmet îstîfa bike. 
 
Li bendê ye ku îro pêşnûmeya ku armanc dike ji bo firotina tûtina pêçanê ji 3 salan heta 6 salan ceza bê birîn, li Meclisa Tirkiye bê niqaşkirin. Der barê niqaşa peşnûmayê de çotkarên tûtinê yên Semsûrê li ber avahiya AKP'ê ya Semsûrê çalakî pêk anîn. Rênçberên ku tûtinê diçînin, serê sibê li ber avahiya Walîtiya Semsûrê kom bûn. Rênçberan tûtina çinîne û hûr kirine li pêş avahiya Walîtiyê li ser kolanê rijandin û rê li trafîkê girtin. Rençberên tûtinê dirûşmeya "Walî wer vir", "Walî îstîfa", "Ahmet Aydin îstifa" û "Wekîl îstîfa" berz kirin. 
 
Piştî polîsan bi TOMA û maşîneyên zirxî ber deriyê avahiya Walîtiyê girt, polîsan destûr neda ku çotkarên tûtinê xwe bigînin avahiya walîtiyê. 
 
ÇOTKAR MEŞIYAN AKP'Ê 
 
Piştî polîsan çotkarên tûtinê asteng kir û rê li pêş wan birî, çotkarên tûtinê ji ber avahiya Walîtiyê meşiyan avahiya AKP'ê ya Semsûrê. Her çend polîsan çotkarên tutînê hişyar kirin û xwestin belav bibin jî dîsa çotkarên tûtinê li ber avahiya AKP'ê kom bûn û siloganên "Hikûmet îstîfa bike" berz kirin.