Haber-Sen: Sirgûnan paşve bigirin

img
 
ENQERE - Haber-Sen’ê sirgûnkirina Sekreterê Giştî yê Haber-Sen’ê Îbrahîm Damatoglû şermezar kir û xwest rayedarên PTT'ê demildest ji sirgûnê vegerin.
 
Sendîkaya Kedkarên Poste, Ragihandin, Weşan û Çapemeniyê (Haber-Sen), derbarê sirgûnkirina Sekreterê Giştî yê Haber-Sen’ê Îbrahîm Damatoglû civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna li navenda giştî hat lidarxistin de, pankartên “Zext û sirgûn nikarin me têk bibin” û “Sirgûn sûcê mirovahiyê ye” hatin daliqandin. Di civîna ku Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysûn Gezen jî, beşdarbû de, Serokê Giştî yê Haber-Sen’ê Mesût Balcan axivî.
 
Balcan, diyar kir ku rêveberiya PTT’ê ji rastiyên ku sendîka tînin ziman aciz dibe û wiha axivî: “Rêveberiya PTT’ê bi sirgûnkirina Sekreterê Giştî yê Haber-Sen’ê Îbrahîm Damatoglû ya ji Zongûldakê şandina navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê li dijî qanûnan tevgeriyayê û bê hiqûqî kirine.”
 
‘SIRGÛN SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’
 
Balcan, da zanîn ku bi sirgûnkirinê peyama ‘tiştên didin we zêdetir nexwazin’ didin wan û wiha got: “Sirgûnkirina kedkarên ku daxwaza şertên karên xwe û başbûnê kirine sûc e. Darbeya ku dixwazin rêxistinkirina sendîkayî bidine. Ev qet nayê qebûl kirin.”
 
‘BANGA ÇALAKIYÊ’
 
Balcan, bi gotina ‘sirgûnkirina Damatoglû bisekînin’ bang li rêveberiya PTT’ê kir û wiha bi dawî kir: “Heke ku sirgûnkirina Sekreterê me yê Giştî Îbrahîm Damatoglû paşve neyê girtin hemû şax û nûnertiyên me wê bi awayekî hemwext li pêş Miduriyeta Giştî ya PTT’ê daxuyaniyên çapemeniyê bidin. Dîsa li gorî geşedanan ji bo sirgûna neheq û bê hiqûqî were sekinandin, em ê ji her çar aliyên welat bimeşin Enqereyê û bi armanca neheqî, bêhiqûqî û zextên ser sendîkaya me tên kirin de em ê li pêş avahiya Miduriyeta Giştî ya PTT’ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.”