Di komîsyona butçeya jinan diyar bike de jin tune

img

ENQERE - Pispora Sendîkayan Pinar Abdal, feraseta komîsyona ku heqê herî kêm diyar bike rexne kir û got: "Di komîsyona heqê herî kêm a ji 15 kesan pêk tê de jin tune. Jinên ku kar dikin ji sedî 49’ê wan bi heqê herî kêm, an jî kêmtirî heqê herî kêm dixebitin. Lê di komîsyonê de jin tune ne." 

 
Her ku qeyrana aborî û şewba vîrûsê zêde dibe, tundî û neheqiya li jinê tê kirin jî zêde dibe. Li gorî daneyên rapora heqê herî kêm ya DÎSK'ê, nêviyê jinan bi heqê herî kêm an jî kêmtirî heqê herî kêm kar dikin. Niqaşên butçeya heqê herî kêm ya sala 2021'an bi milyonan karkeran eleqeder dike. Dîsa herî zêde jinan eleqeder dike. Lê di komîsyona heqê herî kêm ku ji 15 kesan pêk tê de jin tune ye. Nûnera Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) ya Enqereyê û pispora Sendîkayan Pinar Abdal li ser feraseta komîsyonê û nêzîkatiya jinan ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Abdal anî ziman ku nêzî 10 milyon karker bi heqê herî kêm û kêmtirî heqê herî kêm dixebitin û wiha got: "Heqê herî kêm debara milyonan karkeran e. Ji ber vê yekê divê heqê herî kêm baş bê diyarkirin. Zêdebûna heqê kedkarên cemaweriyê û sektorên taybet, li gorî asta heqê herî kêm tê diyarkirin. Ji ber vê yekê heqê herî kêm tenê karkerên heqê herî kêm distînin eleqeder nake. Standarta jiyana hemû kedkar û kedkaran eleqeder dike. Ji ber vê yekê tespîta heqê herî kêm, bi giştî bazara çîna karkeran ku çawa bijîn diyar dike ye. 
 
KARSAZ Û DEWLET VÎ HEQÎ DIYAR DIKE
 
Abdal, anî ziman ku heqê herî kêm jiyana milyonan karkeran eleqeder dike û wiha got: "Bazara jiyana milyonan karker û malbatên karkeran ku çawa bijîn tenê 15 kes diyar dikin. “Di komîsyonê de tenê 5 nûnerên karkeran ên formalîte hene. Ev kesên nûner kesên hukmê wan tune ne. Lê balkêş e di komîsyona tespita heqê herî kêm de jin tune ye. Di vê komîsyonê de ji xeynî nûnerên sembolîk, nûnerên jin jî tune ye. Komîsyona ku nûnerên jin tune be û heqê kedkar û karkeran neparêze, tiştekî naguherîne. Tenê hebûna jinê jî têr nake. Ji ber ku heqê herî kêm ji aliyê karsaz û dewletê ve tê diyarkirin mafê jinê û karkeran nayê dîtin. Di van şertên qeyrana aborî û şewba vîrûsê de kesên karker bêtir xizan dibin. Barê malbatan bêtir giran dibe. Li aliyekî sînorê nava çîna karker û burjûva zêde dibe. Li aliyê din newekheviya zayendî zêde dibe. Herî zêde karker dikevin bin tesîra vê yekê. Betaliya jinê bêtir bêtir zêde dibe. 
 
JIN BI HEQÊ HERÎ KÊMTIRÎN DIXEBITIN
 
Li gorî daneyên DİSK-AR’ê jin ji sedî 49’ê wan bi heqê herî kêm dixebitin. Dîza dîsa piraniya jinan bi heqê herî kêmtirîn kar dikin. Nêviyê jinan bi heqê herî kêmtir dixebitin. Di aliyê heq de jin û mêr ne wekhevin. Ji ber vê yekê jin bêtir neyînî dikevin bin bandorê. Ji ber betaliya jinan zêde dibe, dê bêtir hêjmara betaliyê zêde bike. 
 
MA/ Zemo Aggoz