Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne

img
STENBOL – Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Pinar Saîp diyar kir ku xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne û divê li dijî koronayê xwegirtin tam şert e.
 
Odeya Bijîkan a Stenbolê ji bo Dr. Mustafa Kartal û kedkarên tenduristiyê yên ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest dane, bibîr bîne li ber nexweşxaneyek taybet a li navçeya Ûskûdara Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên Odeya Bijîşkan a Stenbolê û xebatkarên tenduristiyê beşdarî daxuyaniyê bûn û wêneyên bijîşkên mirine hildan. Xebatkarên tenduristiyê ji bo hevpîşeyên xwe rêz girtin.
 
 
Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp di daxuyaniyê de axivî û detnîşan kir ku ji ber vê vîrûsa koronayê xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyek mezin re rûbirû ne û ji bo pêşîlêgirtina koronayê pêwîstî her kes xwe biparêz e û bi sersarî nêzî şewbê nebe. Saîp diyar kir ku barê li ser pişta xebatkarên tenduristiyê divê were rakirin û ji bo belavbûna kornayê kargehên însan lê komî ne vekirîne û ev dibe sedema belabûnê.
 
Saîp bal kişand ser derziya vîrûsa koronayê û got: “Hêviya me ya derzî werin heye. Heta ku derzî were em ne mecbur in rojane 200 welatiyan winda bikin. Divê teqez tedbîr werin girtin. Em naxwazin xebatkarên tenduristiyê werin girtin.”