Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze

img

ENQERE - Nûnerên rêxistinên pîşeyî, ked û tenduristiyê li pêş Wezareta Tenduristiyê, bang kirin ku têk diçin, dimirin lê kes qêrîna wan na bihîze.

 
Rêxistinên pîşeyî, ked û tenduristiyê yên li Enqereyê xwestin kedkarên tenduristiyê yên di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de jiyana xwe ji dest dan li pêş Wezareta Tenduristiyê bi bîr bînin. Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO), Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê yên Şoreşger (Dev Sağlık-İş), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî yên Tenduristiyê (SES), Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî (SHUDER), Komeleya Teknîker û Teknîsyenên Hemû Radyolojiyê (TUMRAD-DER), Odeya Hekîmên Dirana ya Enqereyê (ADO) û Komeleya Hemşîreyên Tirk (THD) xwestin ku bîranînên pêk bînin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarê (CHP) jî piştevanî dan nûnerên rêxistinên pîşeyî. 
 
BÎRANÎNA DI NAV MERTALÊN POLÎSAN DE  
 
Polîsan bi hinceta pandemiyê nehiştin kedkarên tenduristiyê li pêş avahiya wezaretê kom bibin. Ligel astengkirina polîsan jî kedkarên tenduristiyê li pêş avahiya wezaretê hatin gelhev û di nava mertalên polîsan de bîranîn lidarxistin. 
 
‘DIMIRIN, TÊK DIÇIN’
 
Bîranîna ji bo kedkarên tenduristiyê yên bi şewbê jiyana xwe ji dest dane, bi rêzgirtinê dest pê kir. Polîsan xebatkarên çapemeniyê yên ku xwestin dîmenan bikşînin bi mertalan asteng kirin. Kedkarên tenduristiyê qûrnefîlên di destên xwe de rakirin û bi gotinên “Em dimirin, têk diçin lê kes qêrîna me nabîhîze. Nahêlin em hevalên xwe bi bîr bînin” bertek nîşandan.
 
Piştî bîranînê şandeyeke ji 5 kesên nûnerên pîşeyî, ked û tenduristiyê  pêk tê bi parlementeran re daxwaznameyên ku daxwazên kedkarên tenduristiyê tê de nivîsandîbûn pêşkeşî Wezareta Tenduristiyê kirin.