Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin

img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, derbarê meaşê kêm de axivî û ji bo daxwaza derbarê meaşekî li gor jiyaneke mirovane pêk bê de bal kişand ser têkoşîneke rêxistinbûyî. 

Dê Komîyona Tespîtkirina Meaşê Kêm di 15'ê Kanûnê de careke din li hev bicive. Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk, derbarê hevdîtinên meaşê kêm de axivî. 
 
Bozgeyîk, destnîşan kir ku meaşê kêm bandorê li hemû derdorên civakê dike û lewma her kes divê bi feraseteke civakiyî nêzî pêvajoya meaşê kêm bibe. Bozgeyîk, diyar kir ku KESK di hevdîtinên ji bo meaşê kêm de ciha nagire, lê belê her tim li cem karkeran e. Bozgeyîk, bilêv kir ku gava meaşê kêm bê diyarkirin divê meaşeke li dor jiyaneke mirovane bê diyarkirin û ji bo vê jî bal kişand ser têkoşîneke rêxstinbûyî. 
 
NE KOMÎSYONEKE DEMOKRATÎK E 
 
Bozgeyîk ji bo Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm got: "Li Tirkiyeyê di Nîsana 2017'an de referandûmek çêbû, ji bo guherandina rejîmê. Ji zû de ye em bi rejîmeke yekzilamî re rû bi rû ne. Ev komîsyon girêdayî qesrê ye û ji hêla îqtidarê 10 kes tê de hene. 5 kesên din jî heyeta Turk-Îş'ê ye. A rast 10 kesên tevli hevdîtinê dibin li gor telîmatên qesrê hereket dikin. Ê gotina dawî ne ya komîsyonê ya yekzilamî be." 
 
Bozgeyîk, destnîşan kir ku hevdîtinên ji bo meaşê kêm ne zelal in û meaşê kêm ê sala 2020'an ku 2 hezar û 324 TL ye, têra pdiviyên kedkaran nakin û kedkar nikarin pê debara xwe bikin. Bozgeyîk, anî ziman ku hevdîtinên di vî warî de divê bi awayekî peymana giştî çêbibin û ji bo karker û kedkara karibin li ber meaşê tê aşkerekirin rabin, divê qedexeya li ber mafê grevê bê rakirin. 
 
BAC
 
Her wiha Bozgeyîk, diyar kir ku divê ji mecşê kêm bac neyê stendin û rojek berî rojekê meclîs divê ji bo vê qanûnekê çêbike. 
 
MEHKÛMÎ BIRÇÎBÛNÊ KIRIN 
 
Bozgeyîk, anî ziman ku di dema şewbê de karker mehkûmî birçîbûnê hatine kirin û got: "Di serdemeke ku sînorê birçûbûnê nêzî 8 hezar û 200 TL'yî bûye de, bi rastî jî dê meaşekî di biniya 4 hezar TL'yan de nikaribe xizaniya karkeran ji holê rake."
 
TÊKOŞÎNEKE BI HEV RE 
 
Bozgeyîk bal kişand ser têkoşîna karker û kedkaran jî û got: "Her kes dizane ku pêdivî bi têkoşîneke rêxistinbûyî heye. Heger karker û kedkar bêrxistin bin, dê polîtîkayên otorîter ên îqtidarên çewsîner kûrtir bibin. Ev tê vê wateyê ku dê betalî dewam bike, dê krîza tenduristiyê û aborî veguhere krîzeke civakiyî. Îcar ji bo ku em karibin ji derheqê vê derkevin pêdivî bi têkoşîneke civakiyî heye." 
 
MA/ Emrûllah Acar