'Çawa yê xwe zem dikin bila yê me jî wiha zem bikin'

img

AMED - Amediyan bal kişand ser meaşê kêm û ji bo hejmara tê gotin diyar kirin ku bawer nakin meaşekî li gor dilê wan bê diyarkirin. 

 
Hevdîtin û civînin ji bo tespîtkirina meaşê kêm didomin. Ev hevdîtin di navbera hikûmet, kardêr û sendîkayên karkeran de tên kirin. Her wiha partiyên siyasî û sendîkayn karkeran jî hejmara meaşê kêm bilêv dikin. Partiya Demokratîka Gelan (HDP) diyar dike ku divê meaşê kêm 4 hezar TL be, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) divê 3 hezar û 800 TL be û CHP jî dibêje bila 3 hezar û 100 TL be. 
 
Lê belê karker û kedkarên li Amedê diyar dikin ku divê meaşê kêm herî kêm di navbera 3.500-5000 TL'yî de be. Karkeran, diyar kir ku ew baş dizanin dê îqtidar tiştekî wiha neke, lewma tu hêviya wan ji vê yekê tune ye. 
 
'ÇAWA YÊ XWE ZEM DIKIN BILA YÊ ME JÎ WIHA BIKIN' 
 
Karkerê fabrîkeyekê Abdulrezak Memîş ê 32 salî, anî ziman ku piştî krîza aborî kûr bûye dewlet hejmarên enflasyonê kêm nîşan dide, lê belê welatî perîşan bûne. Memîş, destnîşan kir ku meaşê kêm herî kêm divê 4-4.500 TL be û got: "Ez dipirsim; 5 kes dê çawa karibin bi 2 hezar û 300 TL'yî debara xwe bikin? Ez ji rayedarên dewletê dipirsim. Bawer nakim îqtidar meaşê kêm li gor dilê me zêde bike. Bila meaşê kêm bikin 2 hezar TL, lê bila enflasyonê jî daxînin sifirê. Wê çaxê ne hewce ye meaş zêde jî bikin. Di sala 2013'an de gava min dest bi kar kir meaşê kêm 813 TL bû û min bi vî meaşî debara 5 kesan dikir. Wê çaxê ew pere têra min dikir. Lê niha 2 hezar û 300 TL'yî digirim û tim ji karta krediyê dikişînim. Bila hikûmet destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Çawa yê xwe zêde dikin bila yê me jî wiha zêde bikin." 
 
MÛCÎZE 
 
Mûstafa Okçû, anî ziman ku zanîngeh kuta kiriye lê belê betal e. Okçû, destnîşan kir ku di van şert û mercan de jiyana mirovan bûye tiştekî mûcizeyî. Okçû, bilêv kir ku meaşê kêm divê bibe 5 hezar TL û got: "Heger şert û merc baş nebin wê mirov tim bedbexs û bêaram bin. Wê tahdeya navmlabtî zêde bibe." 
 
Okçû, destnîşan kir ku meaşê kêm her sal zêde dibe, lê belê mirovên bi meaşê kêm debara xwe dikin ji vê zêdebûnê nerazî ne. 
 
‘MA EW DIKARIN PÊ DEBARA XWE BIKIN?' 
 
Esnaf Cûmalî Yildirim jî anî ziman ku meaşê kêm yê niha têra fatûreyên ceryan, av, gaza xwezayî, mesrfên malê û heqê kirê nake Yildirim bang li rayedaran kir: "Bila ew werin, bê bi 3 hezart TL'yî dikarin debara xwe bikin an na." 
 
NANÊ TISΠ
 
Seyîthan Çapan ku karê boyaxê dike, anî ziman ku tu qîmeta pere nemaye û ji ber ku her tişt buha bûye meaşê kêm jî herî kêm divê bibe 3 hezar û 500 TL. Çapan got: "Mirov êdî nikarin nan bibin malê. Pakêtek cixare bûye 20 TL. Bawer nakim, bikin 3 hezar û 500 TL. Heyfa van mirovan. Jixwe em hîn bûne, em nanê tisî û pîvazê dixwin. Êdî dilê me nçe xwarinên taybet. Nikarim heqê ceryan û avê bidim. Ma em rabin li orta kolanê xwe perçe bikin, benzînê li xwe bikin, xwe bişewitînin?" 
 
‘KES NIKARE DEBARA XWE BIKE' 
 
Bariç Çetîn ku di şîrketeke taybet de dixebite destnîşan kir ku meaşê kêm herî kêm divê 3 hezar û 500 TL be. Çetîn, anî ziman ku her tişt du qat biha bûye û di demên dawî de êdî pereyê ku berê dabûne ser hev du xerc dikin. Çetîn got: "Zewicandîme. 2 zarokên min hene, lê nikarim debara xwe bikim. Em ji derdorê deyn dikin. Em bi vî awayî debara xwe dikin. Wekî din ne mimkun e."