Çalakiya karkerên Fabrîkeya Ekmekçîoglû tê astengkirin

img

ENQERE - Xwediyê Fabrîkeya Ekmekçîoglû dixwaze berxwedana ku karkerên ji bo endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin dane destpêkirin asteng bike. Kamyonên ku madeya kîmyewî jî tê de ne kişandin ber konê çalakiyê ya karkeran.

 
Karkerên ku hejmara wan 88 heb in di Febrîkaya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Kîmya Metal a Ekmekçîoglû ya li Çorûmê de dixebitîn, ji ber bûn endamên Sendîkaya Karkerên Metal ên Yekbûyî (Bîrleşîk Metal-Îş) ji kar hatibûn derxistin. Karker li dijî derxistina karê xwe li ber xwe didin û di roja 9’emîn de çalakiya xwe ya vegera kar didomînin. Xwediyê fabrîkeyê dixwaze berxwedana ku karkerên dane destpêkirin asteng bikin. Xwediyê fabrîkeyê kamyonên ku madeyê kîmyewî jî tê de ne kişandin ber konê çalakiyê ya karkeran û bi vî awayî dixwazin ateng bikin.
 
Sekreterê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Adnan Serdaroglû û şandeya ji karkeran pêk tê wê ji bo mafê karkeran serdana Walitiya Çorûm û Miduriyeta Bajêr ya Îşkûrê kirin. Hat zanîn ku wê bêhiqûqiya tê kirin û daxwazên karkeran ji rayedaran re were vegotin. Piştî serdanê tê payîn ku wê şande li Meydana Bariş a Çorûmê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.