Dev Turîzm-Îş: 10 milyon kes kêmî heqê herî kêm dixebitin

img
STENBOL - Sendîkaya Dev Turizm-Îş'ê diyar kir ku divê heqê herî kêm 3 Hezar û 800 tl be û wiha got: "Nêzi 10 milyon karker kêmî heqê herî kêm dixebitin." 
 
Sendîkaya Karkerên Turîzmê ya Şoreşger (Dev Turizm-İş), têkildarî niqaşên li ser heqê herî kêm li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê daxuyanî da çapemeniyê. Sendîkayê di çalakiyê de pankarta “Heqê herî kêm têr nake, Ji bo jiyanek mirovî divê ewlehiya debarê bidin" vekirin. Endam û rêveberên sendîkayê di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên “Ne heqê herî kêm, jiyanek mirovane em dixwazin" û “Kar, nan û ewlehî" berz kirin. 
 
Endamê Tevgera Ewlehiyê Sezgin Kartal, diyar kir ku karkerên turizmê di pêvajoya pandeyimê de di nava şertên bê ewle de kar kirin û wiha got: “Karker û kedkar ne ji bo şerx bigerin dişînin kar, wan dişînin mirinê. Em karkerên turîszê bêtir ketin rewşek xerab. Di vê pêvajoyê de zengînan serwet li ser serweta xwe zêde kir. Fatûraya vîrûsê jî li xizanan birîn." 
 
Endamê Sendikaya Dev Turizm-İş'ê Ali Rıza Ozkan jî anî ziman ku di niqayşên heqê herî kêm de barê qeyrana aborî û pendamiyê li ser milê karker û kedkaran bar dikin û wiha got: "Niha nêzî 10 milyon karker û kedkar kêmî heqê herî kêm dixebitin. Di vê pêvajoya qeyrana aborî û pandemiyê de bêtir xebata bê ewle pêş ket. Divê ji bo jiyana mirovî heqê debara jiyanî bidin karkeran. Divê di sala 2021'an de heqê herî kêm 3 hezar û 800 TL be. Divê ji bo her kesî heqê jiyana mirovî bidin wan. Divê li gorî serwetê gelir bê stendin. Ji kesên serweta wan zêde zêde û ji kesên serweta wan kêm, baca kêm bê stendin." 
 
Endamên sendîkayê daxuyanî bi dirûşme û çepikan bi dawî kirin.