Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN – Haber Senê sirgûn û ji kar derxistinên ku li PTT’ê pêk tên şermezar kir û daxwaza rawestandina sirgûnan kir. 
 
Sendîkaya Ragihandin, Çapamenî, Weşan û Teqawîtên Postayê (Haber Sen), li Stenbol, Mersîn, Enqere, Edene û Wanê derbarê Sekreterê xwe yê Giştî Îbrahîm Damatoglû ku ji Zongûldak sirgûnî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê hatibû kirin de daxuyanî da. 
 
Li her pênç bajaran jî Haber Senê daxuyaniyên xwe li ber avahiyên PTT’ê yên bajaran da. Di daxuyaniyan de pankarta “Sendîka maf e nayê astengkirin! Sirgûn sûcê mirovahî ye! Demildest rawestînin” hat vekirin û dûrimeyên mîna “Ji sirgûnê re na” , “Mafê sendîkayê nikare bê astengkirin” , “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. 
 
DAXWAZA BAŞKIRINA ŞERTÊN XWE KIRIN
 
Di daxuyaniyan de qala rewşa kedkarên PTT’ê yên dema pandemiyê de hat kirin. Nûnerên ku di daxuyaniyan de axivîn gotin ku nexwazin bimirin û daxwaz kirin ku şertên wan ên xebatê bên başkirin û sirgûnên wan ên ji ber endamtiya wan a sendîkayê bên rawestandin.
 
Di daxuyaniyan de sirgûn weke sûcê mirovahiyê hat pênasekirin û sirgûnbûna Sekreterê Giştî yê Haber Senê Îbrahîm Damatoglû hat şermezarkirin.