Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê

img
STENBOL - Rêxistinên ciwanan, karkerên Sînboyê yên ku li dijî pêkanîna destûra bêpere li ber xwe didin ziyaret kirin û peyama piştevaniyê dan.
 
Rêxistinên ciwanan ên ku ji pekhate, tevger û partiyên siyasî pêk tên, karkerên Sînboyê yên ku li dijî pêkanîna destûra bêpere 30 roj in li ber xwe didin ziyaret kirin. Polîsan xwest ciwanan asteng bikin lê li gel vê yekê jî ciwan bi dirûşmeyan çûn konê berxwedanê yê li pêş Kargeha Sînboyê. Ciwanan pankarta “Wê karkerên Sînboyê serbikevin. Ciwan bi kedkarên ku li ber xwe didin re ne” vekirin û bê navber dirûşmên “Yekitiya karkeran wê sermayeyê têk bibe” û “Greva giştî, berxwedana giştî” berz kirin. Ciwanan li pêş konê berxwedanê yê karkeran kursuya serbest danîn û hin axaftin kirin.
 
 ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’
 
Endamê Yekitiya Ciwanên Şoreşger (DGB) Meltem Guç ewilî axivî. Guç, qala girîngiya berxwedana karkeran kir û wiha got: “Em li dijî êrîşan bi hev re têbikoşin dikarin serbikevin. Em ê li rex karkeran bin û berdewama mezinkirina têkoşînê bikin.”
 
‘JI CIWANAN DITIRSIN’
 
Dûre endamê Kaldiraç Unîversîtelîler Azad Aksoy, diyar kir ku desthilatdarî ji xwendekaran ditirse û wiha axivî: “Em xwendekar wê bi topyekûn li kolanan bin û wê deshilatê ji destê van parazîtan bigirin.”
 
‘EM LI REX KARKERANIN’
 
Endamê Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muhammed Unal da zanîn ku wek ciwan berxwedana karkeran silav dikin û wiha got: “Em van pêkanînan qebûl nakin û em ê heta dawiyê li rex karkeran bisekinin.”
 
Ciwanan piştî axaftinan çalakiya xwe bi govend gerandinê bi dawî kir.