Arslan: Meaşê jiyaneke mirovane sînorê xizaniyê ye

img

STENBOL - Veysel Arslan, ji bo meaşê kêm got: "Li cem me meaşê jiyaneke mirovane, sînorê xizaniyê ye." 

 
Hevdîtinên Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm di 4'ê Kanûnê de dest pê kiribûn. Civîna sêyem dê di 22'yê Kanûnê de bi awayekî onlyn bê çêkirin. PIsporê Perwerdehî û Rêxistinbûyînê yê Sendîkaya Karkerên Çerman û Tekstîlê (DERÎTEKS) Veysel Arslan hevdîtinê derbarê meaşê kêm de nirxandin.
 
DI BINIYA SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ DE 
 
Arslan, destnîşan kir ku meaşê kêm bi milyonan kesî eleqedar dike. Arslan, anî ziman ku meaşê kêm yên heta niha hatine diyarkirin yek jê jî têra jiyana karkeran nekiriye. Arslan, bilêv kir ku meaşê tê diyarkirin di biniya sînorê xizaniyê de ye û got: "Meaşê kêm ê dawî piştî hat diyarkirin bi du mehan ket biniya sînorê xizaniyê. Lewma karker ji mecbûrî di ber karê xwe re karine din jî dikin an jî ji deverekê alîkariyê dixwazin. Wê meaşê îsal jî bi heman awayî be." 
 
Arslan, diyar kir ku ne rast e ku meaşê kêm bi awayekî sabît û standard bê diyarkirin. Arslan, bilêv kir ku polîtîkayên aboriyê yên welêt ne biîstikrar in û enflasyon tim diguhere û her roj her tişt biha dibin. Arslan got: "Meaşekî ji bo jiyaneke mirovane, divç tim xwenûker be. Lê li cem me meaşê jiyaneke mirovane sînorê xizaniyê ye. Belkî hejmareke afakî be, lê belê em naxwazin tu kes jî di biniya sînorê xizaniyê de bijî. Ji bo vê jî mafê temsîlkirinê, daxilbûna senîdkayan û daxilbûna hemû sektoran a nav vê pêvajoyê divê û li gor vê meaş bê diyarkirin." 
 
ÇARESERÎ: HÊZA RÊXISTINBÛYÎ YE 
 
Arslan, anî ziman ku li qadê kesên bi meaşê kêm dixebitin dibînin û ev kes bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Arslan, bilêv kir ku li deverên sendîkayî standardên debarê baştir in û got: "Em ji hevalên xwe yên karker re dibêjin, hêza rêxistinbûyî wê karibe her tiştî biguherîne. Divê xwedî li sendîkayên xwe derkevin. Heger li fabrîkeyan xwe birêxistin bikin dê karibin van pirsgirêkan ji holê rabikin." 
 
NE LÛTFEK E 
 
Arslan, destnîşan kir ku meaşê kêm ne lûtfek e û bang li hikûmetê kir: "Dînamîkên sereke yên di her şert û mercê de hildiberînin û çerxê digerînin karker in. Parastina standardên jiyana karkeran peywira me ye. Meaşeke li gor jiyaneke mirovane divê bê qebûlkirin." 
 
MA / Kadîr Guney