BES: Bergiriyên pêwîst bigirin, em naxwazin bimirin

img
EDENE - Seroka ŞAxa BES'ê ya Edenê Fatma Sariogûz Guney, bang li hikumet kir û got: "Dema em dixebitin em naxwazin nexweş bikevin û bimirin. Divê bergiriyên pêwîst bên girtin."
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroya (BES) ya Edenê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Çemawerî (KESK), ji bo "Mafê jiyaneke bi mirovî û tendurist" li ber Daîreya Baca ya Yuregirê daxuyanî da çapemeniyê.
 
Seroka Şaxa BES'ê ya Edenê Fatma Sariogûz Guney, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Welatê me bi pandemiyê re, ket nava krîzeke aborî ya kûr. Kedkar neçarin ku di navbera birçîbûn û mirinê de tercîhekê bikin. Em vê pêvajoya bi êş bi hevre dijîn. Em bang li hikumetê dikin ku bergiriyên pêwîst bigire. Dema ku em dixebitin, em naxwazin bi nexweşiyê bikin û ji ber vê jiyana xwe ji dest bidin. Em di heman demê de bang li hemû kedkaran jî dikin, em bên gel hev û têkoşîna xwe  bi hev re bidin meşandin."