KESK: Ev budçe ne ya me ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN- KESK’ê li gelek bajaran ji bo budçeya sala 2021’an daxuyanî da û ev budçeya ku xizmeta berjwendiya aliyekî dike ne budçeya wan e.

 
Konfedarasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li gelek bajaran ji bo Budçeya Giştî ya Navendî ya Sala 2021’an daxuyanî da çapemeniyê.
 
Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê li ber avahiya Defderdariya Amedê daxuyanî da çapemeniyê û budçya tê ferzkirin rexne kir. Platforma Şaxên KESK’ê ya Antalya jî li avahiya Şaxa Egîtîm Senê derbarê budçeyê de daxuyanî da çapemeniyê. Platforma Şaxên KESK’ê ya Mêrsînê jî têkildarî budçeyê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyan de hat gotin ku ew budçeya ji bo berjewendiyên aliyekî ye û xizmeta şer dike qebûl nakin û ev budçe ne budçeya wan e.