Karkeran bang: Em nikarin debara xwe bikin

img
STENBOL - Karkeran bang li Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm kirin û gotin: "Em nikarin debara xwe bikin." 
 
Civîna sêyem a Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm dê di 22'yê Kanûnê de bê kirin. Karkerên ku nikarin debara xwe bikin, ji bo jiyaneke mirovane bal kişandin ser girîngiya têkoşîna karker û kedkaran. 
 
‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN' 
 
Yuksel Yildiz ku li restoranekê aşpêjiyê dike, anî ziman ku krîza aborî he rdiçe kûrtir dibe. Yildiz, ji bo jiyaneke mirovane bal kişand ser girîngiya têkoşîna karker û kedkaran û destnîşan kir ku bi milyonan mirov êdî nikarin debara xwe bikin û nan bibin mala xwe. Yildiz, bang li Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm kir û xwest rewşa karker û kedkaran esas bê girtin û li gor wê biryar bê dayîn. 
 
‘ÇAV BERDANA HEMÛ MAFÊN ME'
 
Mehmet Can ê 19 salî, anî ziman ku ji bo debara malbata wî bibe dest ji dibistanê berdaye û li fîrmayekê dest bi kar kiriye. Can, destnîşan kir ku meaşê kêm ne malbatek, têra kesekî tenê jî nake. Can, bilêv kir ku dewletê ji mafê wan ê tazmînatê bigire çav berdaye hemû mafên wan. Can, diyar kir ku meaşê kêm divê di ser sînorê xizaniyê re be. 
 
FATÛRE LI KARKERAN HATIYE BIRÎN
 
Pispora Perwerdehiyê ya Herêma Marmarayê ya Sendîkaya Dev -Turîzmê Kezban Konûkçû, anî ziman ku çîna karkeran di pêvajoyeke zehmet de ye û krîza siyasî ya li seranserê cîhanê rû daye, bi pandemiyê re kûrtir bûye. Konûkçû got: "Kapîtalîzm ji xwe re li rêyekê digere. Lewma çîna karkeran bi zext, kedxwarî û  pergala taşeronbûnê re rû bi rû ne. Bi pandemiyê re fatûreya krîzê li karkeran hatiye birîn. Sedema vê ya herî girîng jî ji ber bêrêxistinbûyîna çîna karkeran e." 
 
Konûkçû, destnîşan kir ku li welêt bi milyonan kes betal in û bi milyonan kes jî bi meaşekî di biniya yê kêm de dixebitin. Konûkçû got: "Ev encamên polîtîkayên neo-lîberalê ne. Daxwaza milyonan, daxwaza ewlehiya dahatê ye. Ji bo jiyaneke mirovane, meaşê kêm herî kêm divê 3 hezar û 800 TL be. Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm divê li gor şert û mercên jiyanê yên karkeran biryarekê bide." 
 
MA / Nacî Kaya - Berna Kîşîn