Ji bo qebûlkirina daxwazên karkeran banga grevê li Turk-Îş’ê kir

img

STENBOL – Çavê bi milyonan xebatkaran li civîna dawîn a Komîsyona Diyarkirina Bihayê Asgarî ya sibê ye. Koordînatora Rêxistinkirinê ya Ûmût-Sen’ê Başaran Aksû, bang li Turk-Îş’ê kir ku heke daxwazên karkeran neyên qebûlkirin biçe greva giştî.  

Hevdîtinên Komîsyona Diyarkirina Bihayê Asgarî ya Sala 2021’an ku di 4’ê kanûnê de dest pê kirin, wê sibê bi civîna çaremîn bi dawî bibe û bihayê asgarî aşkera bibe. Bi kûrbûna qrîza aborî re çavê bi milyonan karkeran li vê civînê ye. Li ser navê karkeran 5, li ser navê karsazan 5 û li ser navê dewletê jî 5 kes di komîsyonê de cih digirin. Ji ber ku herî zêde endamê wê hene li ser navê Karkeran Turk-Îş tevlî hevdîtinan dibe. Li ser navê karsazan jî Konfederasyona Sendîkayên Karsazên Tirkiyeyê (TÎSK) tevlî hevdîtinan dibe. 
 
‘TURK-ÎŞ DIKARE DAXWAZAN BIDE QEBÛLKIRIN’
 
Koordînatora Rêxistinkirinê ya Sendîkaya Hêviyê (Umut-Sen) Başaran Aksû, bertek nîşanî nirxandina Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) ku dibêje di kêmaniyê de dimînin da û vê rewşê weke “sextekarî” nirxand û wiha got: “Bihayê ku tê pêşniyarkirin heke neyê ecêbandin, hûn dikarin li ser navê kesên ku hûn nûnertiya wan dikin banga greva giştî bikin. Hûn dikarin bihayê ku dixwazin li ser meşeyê bidin qebûlkirin. Lê ji vê rewşê dûr in.”
 
HEWL DIDIN SERMIYAN NETIRSÎNIN
 
Aksû rexne li hin sendika û pekhateyên muxalefetê kir û got ku hewl didin sermiyan netirsînin û vê derbarê de ev nirxandin kir: “Sermiyan her sal banga ‘em rasteqîn bin’ dike. Lê 40 sal e sermiyan bi awayî dijî. Vê banga sermiyan zextê li muxalefetê jî dike û li pey vê daxwazê rêz dibin. Ev jî dibe piştgiriya muxalefetê ya ji bo desthilata ku dixwaze hebûna xwe bidomîne. Nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Karsazên Tirkiyeyê (TÎSK), di nav 5 salan de bi nûnerên sereke yên pergala sendîkayî re gelek caran hatin gel hev. Bi van hevdîtinan qada sendîkayê bi awayekî bîrdoz ji nû ve hat sererastkirin.”
 
‘DIJ DERTÊN LI XETEKE SOR TAYÎN NAKIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Aksû, destnîşan kir ku ev hewldan ji bo van rojan hatine kirin û axaftina xwe wiha doman: “Pergala sendîkayî kirin bin kontrola xwe. Di hevdîtinên bihaya asgarî de konfederasyon dertên daxuyaniyan didin, hejmaran diyar dikin, li dij dertên lê xeteke sor tayin nakin. Dema hejmarên ku tu dixwazî derneketin, tu yê çi bikî? Gotina ‘heke di bin vê hejmarê de be sedema çûna grevê ye’ wê li ser hevdîtinan zextê çêbike. Lê sendîka ji vê rewşê dûr in. Sermiyan peywira xwe ya sererastkirina qda sendîkayî bi salan e bi awayekî serkeftî pêk tîne. Van pêvajoyan jî ji ber vê kontrolê bi serkeftî bi rê ve dibin.”
 
‘HEKE TU XWE BI RÊXISTIN BIKÎ TIŞTÊN BIBÊJÎ BIKÎ’
 
Aksû, bi lêv kir ku di pergala heyî de wê bihaya asgarî  li gorî şertên jiyanê nebe û got ku muxalefet bi gotinên demên berê yên mîna dewleta hiqûq û civakê muxalefet dike û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li aliyekî ve jî di hilbijartinan de bi derbasnûna ji sedî 60’î ji bo kedkaran derbarê bihaya baş de xeyalên saf tên firotin. Lê ev ne pêkan e. Dîrokê ev nîşanî me daye. Rêya başbûna bihayê asgarî ya li gorî şertên jiyanî, bi çalakiyên fîîlî yên meşrû yên karkeran pêkan e. Ev şerekî hêzê ye, heke hêza te berbelav be û tu ne bi rêxistinkirî bî wê bihayê asgarî di bin şertên jiyanî de be. Heke tu xwe bi rêxistin bikî û hêza xwe nîşan bidî, wê neçar bimînin ku tiştên tu dibêjî bikin.”
 
 MA / Kadîr Guney