ÎSŞP: Bila ne daxwazên karsazan daxwazên karkeran bên qebûlkirin

img
STENBOL – ÎSŞP’ê têkildarî hevdîtinên bihaya asgarî daxuyaniyeke nivîskî da û daxwaz kir ku li şûna daxwazên karsazan daxwazên karkeran bên qebûlkirin. 
 
Platforma Şaxên Sendîkayên Karkerên Stenbolê (ÎSŞP), derbarê hevdîtinên bihaya asgarî ku didomin de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hevdîtin ji gel re vekirî bên kirin û bihaya asgarî li derveyî bacê bê hiştin. Di berdewamê de jî hat destnîşankirin ku şertên kedkar û karkeran ne baş bûne û bi zemên ku tên kirin her roj ne baştir dibin. Her wiha platformê daxwaz kir ku li şûna daxwazên karsazan daxwazên karkeran bên qebûlkirin.