KESK: Ev budçe ne ya gel e budçeya kesên bê xem e

img
STENBOL - Platforma Şaxan a KESK’ê ya Stenbolê derbarê budçeya ku ji Meclîsê derbas bû de diyar kir ku wê hesaba budçeya ku ji çend kesên bê xem re hatiye pêşkeşkirin bipirsin.
 
Platforma Şaxan a Konferderasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Stenbolê derbarê budçeya ku ji Meclîsê derbas bû de li Qada Azadî ya Bakirkoyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankart hat vekirin û diruşm li dijî budçeyê hatin berzkirin. 
 
'BUTÇEYA KESÊN BÊ XEM E’
 
Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa Hejmara 7’an ê Egîtîm Senê Mehmet Emîn Kirşanlioglû axivî û diyar kir ku wek kedkar di pêvajoyeke zor de derbas dibin û wiha got: “Kesên xizan ji ber şewba vîrûsa koronayê hem tenduristiya xwe hem jî karê xwe winda kirin. Budçeya 2021’an li gel bertekan jî li Meclîsê derbas bû. Em dizanin ku bi vê budçeyê pêşeroja karsazan xistine bin garantiyê. Bi kurtasî ev budçe ne ya kedkaran, xizanan, bêkaran û gel e ev budçe ya kesên bê xem e.” Kirşanlioglû, da zanîn ku wê hesaba budçeya ku ji çend kesên bê xem re hatiye pêşkêşkirin bipirsin. 
 
Kirşanlioglû, destnîşankir ku wê muçeyê kêmane ya 2021’an wê di rojên pêş de diyar be û daxwazên xwe yên ji bo muçeya kêmane rêz kirin.
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.