‘Divê muçeyê kêmane bibe 4 hezar lîre’

img
EDENE – Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Çûkûrovaya Edenê xwest ku muçeyê kêmane divê bi zelalî bibe 4 hezar TL.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Çûkûrova ya Edeneyê têkildarî muçeya kêmane yê sala 2021’an ku wê ji aliyê Komîsyona Muçeyê Kêmane ve were eşkerekirin civîna çapemeniyê li dar xistin. Civîn li avahiya HDP’ê pêk hat û Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Edeneyê Gulseren Tural û Mehmet Karakiş û rêveberên HDP’ê amade bûn. Hevserokê HDP’a Çûkûrovayê Yaşar Demîr di destpêka axaftina xwe de girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven şermezar kir. 
 
Demîr destnîşan kir ku muçeyê kêmane yê îro ji bo karker û kedkaran tê dayîn “muçeyê sefaletê” ye û bi milyonan kedkar û karker neçar in ku bi vê muçeyê xwe xwedî bikin. Demîr anî ziman ku karkerek nikare malbata xwe bi muçeya heyî xwedî bike û got: “Muçeya kêmane ya sala 2021’an divê malbatek ku 4 ferdên wê hene li ber çavan were girtin, dikaribin xwe pê xwedî bikin bi awayek eşkere û zelal 4 hezar lîra be.”