Dev Saglik-Îş: Heqdestekî ku weke mirovan bijîn dixwazin

img
EDENE - Şaxa Herêma Çûkûrovayê ya Dev Saglik-Îş'ê ku “ji bo jiyananeke mirovî ” daxwaza heqdesta asgarî dike, diyar kir ku di hesapkirinê de ne tenê karker, malbatên wan jî esas bên girtin.
 
Şaxa Herema Çûkûrovayê ya Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê yên Şoreşger (Dev Saglik-Îş) ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) e, derbarê heqdesta asgarî de li Nûnertiya SES'ê ya li Nexweşxaneya Balcaliyê ya Zanîngeha Çûkûrovayê daxuyanî da. Gelek kedkarên tenduristiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa Herema Çûkûrova ya Dev Saglik-Îş’ê Huseyîn Turkmen axivî.
 
HEM KORONA HEM QEYRAN
 
Turkmen, diyar kir ku çîna karkeran ji aliyekî ve bi şewba vîrûsa koronayê re têdikoşe ji aliyekî ve jî bi qeyrana aborî re têdikoşe û xwest ku destheqa asgarî ya sala 2021’an bibe 3 hezar û 800 TL. Turkmen, xwest ku di hesapkirina destheqa asgarî de ne tenê karker malbatên wan jî berçav werin girtin û wiha got: “Bi şewba kovîd-19’ê hejmara kesên ku di bin destheqa asgarî de dixebitin zêdetir bûne. Divê bac û birînên li ser destheqa asgarî bên rakirin û hemû destheqên ku bi qasî destheqa asgarî ne ji derveyî bacê werin hiştin.”