Her tişt biha bûye: Esnaf û welatî tev de bi gilî û gazinc in

img
STENBOL – Li bazarên semtî ku krîza aborî bi awayekî beloq xwe dide der, esnaf êvarî bi zirarê vedigerin malê û welatî jî serî heta binî bazarê li berên erzan digerin. 
 
Krîza aborî ya ji ber polîtîkayên îqtidara AKP'ê rû daye her diçe kûrtir dibe. Ev krîz herî zêde jî li bazarên semtî bi awayekî beloq xwe dide der. Li bazara semtê ya Dolapdere ya Beyoglû ya Stenbolê esnaf ji ber kes tiştekî nakire bi gilî û gazinc in, welatî jî ji ber ku destvala vedigerin malê bi gilî û gazinc in. 
 
Esnaf Ahmet Kiliç ê 22 salî anî ziman ku ji ber ku pere bi mirovan re tune, piranî berên nebaş tecrîh dikin, lê belê dîsa jî kes tiştekî nakire. Kiliç got: "Hela lê binêr, em mandalînayê wekî çopê difiroşin. Ji erdê hatine komkirin. Em berên baş jî bînin nayê firotin. Em berên baş bi 5 lîreyan, ên nebaş jî bi 3.5 lîreyan difiroşin. Lê her du jî nayên firotin." Kiliç, destnîşan kir ku perîşan bûne. 
 
ÊN TÊN BAZARÊ BÊPERE NE 
 
Esnaf Riza Ozturk jî got: "Krîza aborî heye. Kar tune ye. Bi mirovan re pere nemaye. Êdî em nikarin heqê kirê, gazê, ceryanê bidin. Tiştek bi dest me nakeve. Em bi zorê zikê xwe têr dikin. Rewşa me qet nebaş e. Hema bibêje 5 meh in xweşikî tiştek bi dest min neketiye. 15 hezar lîre jî deynê min heye. Ancax heqê şorbê di dest me de dimîne. Em tim dixisirin. Îro me got belkî em kar bikin, lê nebû. Tu tahma wê nemaye. Kes tiştekî nakire. Di berîka wan de pere tune ye. Dewlet ji bo alîkariyê soz dide, lê nake. Ji dêvla ku bide feqîran, dide alîgirên xwe. Min du sê caran serî lê dane, nedan." 
 
‘EM TIM DEYNDAR IN' 
 
Esnaf Şahîn Yaşar ku cilên bin difiroşe jî anî ziman ku piştî şewba Covîd-19'ê krîza aborî kûrtir bûye. Yaşar got: "Mesrefa me ya mehane ne di biniya 5 hezaran de ye. Kirêya herî erzan hezar û 500 lîre ye. Gaz 300-400 lîre, av 100-150 lîre, ceryan 100-150 lîre tê. Kîloyek pîvaz bûye 2 lîre. Bi rastî jî jiyan zehmet bûye. Derpiyê te qul be jî tişt nabe, lê zexîre ne wisa ye. Tu mecbûr î bikirî. Tiştek bi dest me nakeve, bi ser de jî em tim deyndar in." 
 
Esnaf Bariş Yilmaz jî anî ziman ku her roj dixisirin lê dîsa jî tên bazarê û got: "Bihabûn hem bandorê li me hem jî li gel dike. Mirov dibêjin hûn pir biha difiroşin. Halbûkî tu eleqeya wê bi me tune ye. Li bazarê mirov tune ne. Va hûn dibînin. Em jî dixisirin. Heger tu malê baş bînî, gel dibêje ev çi ye. EM nikarin bifiroşin. Lewma em malê nebaş difiroşin." 
 
HEYA NIHA KRÎZEK WEHA NEDÎTIYE 
 
Esnaf Metîn ku 40 sal in esnaftiyê dike, anî ziman ku heya niha cara ewil e krîzeke wiha dîtiye ûg ot: "Milet nikare tiştekîb ikire. Kar nemaye. Her kes diperpite. Lê binêr ez kîloya lîmonan bi 2 lîre û nîvan difiroşim, lê kes nakire. Xirtik bi du lîre û nîva ye. Ma mişterî hene, na. Pere bi kesî re nemaye." 
 
REWŞ QET NEBAŞ E 
 
Metîn kaçar ê ji bo danûstendinê hatiye bazarê jî ji ber bihabûnê bi gilî û gazinc e. Kaçar, anî ziman ku bi meaşê kêm dixebite û got: "Krîza aborî esnafan, gel û her kesî perîşan kiriye. Korona hat, xirabtir bû. Weleh em nikarin debara xwe bikin. Lê ji bo zarokên xwe hewl didin. 5 zarokên min hene. Kesekî ku bi meaşê kêm bixebite nikare debara zarokên xwe bike. Rewşa qet nebaş e. Dolar zêde dibe, her ku zêde dibe tişt jî biha dibin. Çi dibe bi gel dibe." 
 
Îrfan Yargici yê teqawidbûyî jî got: "Mirov pir xizan bûne. Em nikarin lazmatiyên xwe bikirin. Ji mecbûrî em deyn dikin." 
 
PERÎŞAN BÛNE
 
Fîdan Karanlik jî anî ziman ku ji ber hevjînê wê nexweş e ew dixebite, lê belê 4 meh in ew jî betal e û got: "Em rojên nebaş derbas dikin. Mirov ji bo hewayê bistînin tên bazarê, ne ku ji bo tiştekî bikirin. Lazimî hene, lê em nikarin bikirin. Her tişt pir biha bûye."