‘Têkoşîna sendîkayî nikare were darizandin’

img
AMED - Platforma Şaxên KESK’ê yên Amedê, diyar kir ku têkoşîna sendîkayî nikare were darizandin û xwest ku Hevserokê berê yê Şaxa Hejmara 1 ê Egîtîm-Sen'ê ya Amedê Abbas Şahîn were berdan.
 
Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Amedê, têkildarî girtina Hevserokê berê yê Şaxa Hejmara 1 ê Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê yên Amedê (Egîtîm Sen) Abbas Şahîn li avahiya HABER-SEN’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê ku gelek kes beşdar bûn de pankarta “Xebatên Sendîkayî Nikarin Werin Darizandin” hat daleqandin. Di civînê de Hevseroka Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Sen'ê ya Amedê Emîne Akşahîn daxuyanî xwend.
 
 
‘BINÇAVKIRIN HATINE ASTA RÛTÎNÊ’
 
Akşahîn, diyar kir ku operasyon û binçavkirin hatine asta rûtînê û wiha got: “Desthilata AKP’ê ku ji dengekî muxalîf jî teemûl nake dixwaze civakê bi rêgezên faşîzane bi rê ve bibe.” Akşahîn, bi bîr xist ku di 6’ê mijdarê de 26 kedkarên perwerdehiyê hatibûn binçavkirin û dû re Abbas Şahîh hatibû girtin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Şahîn, bi hinceta tevlîbûna xebatên xwe yên sendikal hat girtin. Çalakiyên sendîkayî sûc hatine hesibandin. Desthilata AKP’ê mafên me yên qanûnî tune dihesibîne, çalakiyên me krîmînalîze dike.”
 
‘HEVALÊ ME BERDIN’ 
 
Akşahîn, anî ziman ku Şahîn 45 roj in bê hiqûqî di girtîgehê de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 24’ê Kanûnê de danişîna Şahîn heye. Em careke din bang dibêjin, têkoşîna sendîkayî nikare were darizandin. Hevalê me Abbas demildest berdin û ji vê bê hiqûqiyê vegerin.”