Pêşbîniya welatiyan a ji bo budçeyê: Di nikaribe barê 2021'ê hilgire

img

STENBOL - Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, diyar kir ku wê budçeya 2021'ê budçeya dawî ya îqtidarê be û welatiyan jî pêşbîniya xwe ya ji bo budçeyê anî ziman û gotin: "Ev budçe dê nikaribe barê 2021'ê hilgire." 

Budçeya 2021'ê di 18'ê Kanûnê de hat qebûlkirin. Çendî ku muxalefetê îtiraz kir jî budçe hat qebûlkirin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Elîf Bûlût û welatiyan budçeya 2021'ê nirxandin. 
 
BUDÇEYA DAWÎ YA AKP'Ê 
 
Bûlût, anî ziman ku di çarçoveya xebatên xwe guh dane esnaf û welatiyan û daxwaza welatiyan "jiyaneke mirovane" bûye, lê belê ev yek di budçeyê de esas nehatiye girtin. Bûlût got: "Bi her awayî dûrî gel e. Di meclîsê re budçeyeke ji bo qesrê, luksê, sermayeyê û ewlehiyê derbas bû. Budçeyeke ku dê gel hîn bêtir xizan bike. Ev budçe, dê bibe budçeya dawî ya AKP'ê." 
 
GEL BIRÇÎ YE, ÎQTIDAR NE REWA YE 
 
Bûlût gotina Parlementerê AKP'ê yê Denîzliyê Şahîn Tîn ku gotibû "nanê tisî dixwin, ne birçî ne" bibîr xist û destnîşan kir ku ev gotin, tê wateya ku ji welatiyan re bibêjin hûn "kole" ne. Bûlût got: "Ev gotin, gotinên serdema koletiyê ne. Gel rûyê wan ê rast dît." Bûlût, destnîşan kir ku heger gel birçî be, nexwe îqtidar ne rewa ye û got: "Wê gel hesabê vê yekê dema sindoqan bide. Xebatên ku me kirin, ev yek bi awayekî zelal nîşanî me da." 
 
BERTEKA WELATIYAN A JI BO BUDÇEYÊ 
 
Welatiyan jî ji bo budçeyê gotin: "Ev rojên me yên xweş in, rojên zor û zehmt li benda me ne." 
 
Welatî Yaşar Kabayel destnîşan kir ku îqtidar ser krîzê dinixumîne û got: "Herî zêde em gel bi krîzê dizanin. Ma hûn çi ji kê vedişêrin? Heya ber dev di nava deynan de me."
 
Kabayel ji bo budçeya di Meclîsê re derbas bû jî got: "Cardin guh nedan me. Cardin ji bo berjewendiyên xwe tevgeriyan." 
 
Gava Kabayel diaxivî jinek temenê wê li dor 50-60 salî jî got: "Gel birçî ye, birçî." Kabayel jî di berdewamiya axaftina xwe de got: "We dît? Bi milyonan kes êdî dibêjin 'em birçî ne.' Ev rastî nayê veşartin. Em welatî dibêjin, budçe divê ne ji bo şer, ji bo gel bê xerckirin. Her diçe em bêtir noqî nav çiravê dibin. Ev budçe, dê nikaribe barê 2021'ê hilgire." 
 
ESNAF BI TENÊ HATINE HIŞTIN 
 
Esnaf Abdûrrahman Ergîn jî anî ziman ku ji ber krîzê nikarin heqê kirêya xwe û fatûreyên xwe bidin û got: "Di pandemiyê de dikanên esnafan digirin. Lê nabêjin 'gelo dê ev kes çawa heqê kirêya xwe bidin, dê çawa heqê fatûreyên xwe bidin?'" Ergîn, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de esnaf bi tenê hatine hiştin. 
 
‘EM WÊ WAN DI SINDOQÊ DE...' 
 
Ergîn ku wiha bang li îqtidarê kir "Welat dişewite" ji bo gotinên wekîlê AKP'î Tîn jî got: "Bila ew li meclîsê qelî bixwe. Hema bila rojekê werin bazarê li halê esnafan bipirsin. Ev kes ji halê welatiyan fêm nakin. Em ê kesên werê dibêjin di sindoqê de bifetisînin." 
 
MA / Nacî Kaya - Îdrîs Sayilgan