Kedkarên AFAD’ê 20 sal in nikarin mafê xwe yê reha werbigirin

img
MÊRSÎN - Serokê Şaxa Yapi Yol-Sen ê Mêrsînê Metîn Çolak diyar kir ku mafên reha yên kedkarên AFAD’ê 20 sal in nayên başkirin û xwest ku mafên reha yên kedkaran bên rastkirin.
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Qedestro, Tapo, Binesazî, Avahî û Rêkê (Yapi Yol-Sen) a Mêrsînê ku girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), derbarê şertên kedkarên AFAD’ê yên ku dixebitin de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa Yapi Yol-Sen ê Mêrsînê Metîn Çolak axivî. Çolak, da zanîn ku ji piştevaniya malî tenê karmendên weke qadroyî di çarçoveya 4/A de dixebitin jê sûdê digirin.
 
‘DAXWAZÊN KEDKARAN LI BER ÇAVAN BIGIRIN' 
 
Çolak, diyar kir ku mafê reha yên kedkarên AFAD’ê yên ku 7 roj 24 saetan dixebitin 20 sal in bi tu awayî nehatiye başkirin û wiha got: “Li gorî rêgeza wekheviyê 'heqê peritînê' yê ku bidin kedkarên AFAD’ê ji aliyê vê saziyê ve tê piştguhkirin. Em weke Şaxa Yapi Yol-Sen a Mêrsînê dixwazin di vê pêvajoya pandemiyê de daxwazên kedkarên AFAD’ê li ber çavan werin girtin. Mafê reha yên kedkarên AFAD’ê yên ku 20 sal in tê piştguhkirin, dixwazin bên rastkirin.”