Esnaf: Heqê kirê ne bes e, bacê jî kêm bikin

img

ENQERE - Esnafên ku di şert û mercên pandemiyê de karê wan nabe, ji bo pakêta alîkariyê ya hikûmetê diyar kirin ku têr nake û xwestin bac bê kêmkirin. 

Ji ber tevdîr û qedexeyên ji ber şewba Covîd-19'ê êdî karê esnafan nabe. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di 14'ê Kanûnê de pakêteke alîkariyê daxuyandibû û gotibû dê ji bo 3 mehan hezar TL'yî alîkariya esnafn bikin. Lê belê esnaf diyar dikin ku ev pakêt bi kêrî wan nayê. 
 
DIKAN GIRTÎ NE 
 
Esnaf Hakki Dîkenoglû anî ziman ku mehan e karê wan nabe û pakêta hatiye aşkere kirin jî têr nake. Dîkenoglû dikanên vala yên nêzî xwe nîşan da û got: "Kar tune ye. Ew jî wekî min dixisirin. Hemûyan derabeyên xwe daniye." 
 
Dîkenoglû got: "Heya niha me tu alîkariya wan nedîtiye. Lê niha jî dibêjin em ê hezar TL'yî bidin. Ma mirov bi hezar TL'yî dikare xwe têr bike? Bila wî jî nedin. Divê cezayê bacê betal bikin. Tenê bila pereyê sereke yê bacê bistînin bes e." 
 
KARÊ NÎVÎNÎVÎ KÊM BÛYE 
 
Esnaf Ahmet Yîgîttekîn jî destnîşan kir ku pakêta hatiye aşkerekirin bi kêr nayê. Yîgîttekîn got: "Li gor par karê me ji sedî 50 kêm bûye. Ev yek jî bandorê li me dike. Em li ber xwe didin. Ji ber ku karê me kêm bûye, em jî mesrefan kêm dikin. Ji ber ku zanîngeh girtî ne, ji ber ku turîzm tune ye, bazirganî û çerx sekiniye. Em tenê hewl didin bijîn. Karê me xîtabî nîviyê Tirkiyeyê dike. Nebûna karê esnafan bandorê li me dike. Em nikarin hevalên xwe yên xebatkar bişînin wan deran. Em sîparîşan li ser înternetê digirin. Bazirganiyeke bi vî rengî jî bandorê li jiyana me dike." 
 
Yîgîttekîn, destnîşan kir ku ji dêvla alîkariya ji bo kirê heger bac bê kêmkirin dê baştir bibe.
 
‘3 MEH IN NIKARIM HEQÊ KIRÊ BIDIM' 
 
Nûrettîn Cebecî (80) ku pêlavan difiroşe, anî ziman ku 3 meh in heqê kirêya dikana xwe nedaye û got: "Ji bo me pir giran e. Divê baca cihekî karê wê hatibe sekinandin tune be."
 
Havva Çavûş a nanpêj jî diyar kir ku çendî ku dawiya hefteyê jî firina wan vekiriye, lê belê wekî berê kes nayê. 
 
TÊR NAKE 
 
Esnaf Mûstafa Bîrerb jî got: "Kirê pir biha bûne. Rewşa kar qet nebaş e. 17 sal in min baca xwe bi rêk û pêk dida, lê niha ketiye ser hev. Nikarim bidim, ji lewra kar tune ye." 
 
‘TU HÊVIYEK ME JI DEWLETÊ TUNE YE' 
 
Berber Hakan Akgul jî got: "Kirêya min 5 hezar TL ye. Belê em nan dibin mala xwe, lê kar tune ye. Tenê debara xwe dikim. Dibêjin dê hezar TL'yî bidin esnafan. Min serî lê da, lê tiştek li holê tune ye. A rast tu hêviyek me ji dewletê tune ye. Ma dewletê çi daye kê?"