Sewalkar ji ber buhayê êm nikarin pez xwedî bikin

img
EDENE - Sewalkarê ku li Edeneyê pez xwedî dikin, ji ber buhayê êm êdî nikarin pez xwedî bikin. Sewalkaran anîn ziman ku li gel Tirkiye cihê êm e, hikûmet salê 15 milyon ton êm ji derve dikire. 
 
Tirkiye heta sala 2000'an di aliyê çotkarî, rençberî û sewalkariyê de welatekî herî pêşketî bû. Lê piştî îqtîdara AKP'ê hat ser rêveberiya Tirkiyeyê, pergala arizîkirinê pêş xist û sewalkarî û çotkarî têk çû. Li şûna qîmetê bidin rençber, çotkar û sewalkaran, bêtir dest bi polîtikayên îthal kirin. Ji ber hem sewal ji terve kirîn û hem jî êm ji derve kirî, êdî sewalkarî têk çû. Li Tirkiye ku salê 70 milyon ton êm tê xwarin, 55 milyon ton hilberîna êm li Tirkiyeyê tê kirin, 15 milyon ton êm jî ji derve tê îthalkirin. 
 
JI BER ÊM JI DERVE DIKIRIN BUHA DIBE
 
Sewalkarên ku li Edeneyê pez xwedî dikin, diyar kirin ku ji ber êm buha bûye êdî nikarin pez xwedî bikin. Sewalkaran anîn ziman ku havîna borî tona êm bi hezar û 700-800 TL, toma kaya nîskan bi hezar û 600-700 TL û tona kaya spî jî 850-900 TL kirîn. Welatiyên ku li taxa Tuzla-Karagoçer ên Karataş a Edeneyê sewalan xwedî dikin anîn ziman ku ji ber mêrk tune neçar in êm bistînin. Welatiyê sewalan xwedî dike Ahmet Çakir ê 68 salî anî ziman ku di 6 salên dawî de 2 caran çadira pezê wan şewitî û wiha got: "Ji ber çatir şewitî gelek pezê me mirar bû. Em 18 sal berê ji Şirnexê koçî Edeneyê bûn. Ji bo em debara xwe bikin me dest bi xwedîkirina pez kir. Ji ber buhayê êm em êdî nikarin pez û sewalan xwedî bikin. 
 
Welatî Îbrahîm Çelîk jî anî ziman ku 6 sal berê ji Rihayê hatin Edeneyê û niha li vir pez xwedî dikin. Çelîk, destnîşan kir ku torbeyê ceh bi 150-200 TL dikirin û wiha got: "Buhayê êm pişta me şikand. Em û sewalên xwe bi hevre di çatiran de diijîn." 
 
MA / Muhammed Enes Sezgin - Hamdullah Kesen