'Bi salan e em dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara me bike'

img

STENBOL - Esnafên jin destnîşan kirin ku bi salan e bi baca xwe dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribûye 2 mehan debara wan bike. 

Welatî û esnaf ji ber krîza aborî û şewba Covîd-19'ê perîşan bûne. Nexasim jî di vê pêvajoyê de yên herî tesîr ji krîzê û şewbê girtine jin in. Bi belavbûna şewbê re jin hepsî malê bûn û di malê de bi şidetê re rû bi rû dimînin. Lê belê dîsa jî li ber xwe didin. Yek ji jinên ku bi salan e li ber xwe dide jî Sûzan Taştepe ya 75 salî ye. Taştepe li gundê Dûrûsû yê navçeya Aranavûtkoy a Stenbolê dijî. Taştepe ku par hevjînê wê miriye 17 sal in li kargeha xwe rişte, mantî, tirşî, nanê sêlê çêdike û di ber re jî xwarinên malê û şîraniyê çêdike. Li dikana Taştepeyê 3 jin jî dixebitin. 
 
NEDIYARΠ
 
Taştepe, bilêv kir ku ji ber pandemiyê zehmtiyê dikişînin û got: "Ji ber pandemiyê êdî pir kes nayê. 17 sal in ev der bûye cihê debara me, lê niha em nizanin dê çi qasê din li ber xwe bide. Berê hem ji min re dima, hem jî ji xebatkaran re. Em pir dilxweş bûn. Heqê kiriya vê derê 3 hezar TL ye. Xwediyê dikanê her meh doza kirê dike. Min hinekî pere dabû ser hev. Heya niha min bi wî pereyî hel kir. Lê niha rewşa me nebaş e. Ji niha û pê de dê çawa be, ez jî nizanim." 
 
ALÎKARÎ NEHAT KIRIN 
 
Taştepe, bal kişand ser heqê fatûreyan jî û got: "Werê xuyaye vê zivistanê em ê tenê ji bo fatûreyan bixebitin. Heqê ceryanê hezar û 500 TL hatiye. Ji ber ku kargeh e, em du qatî zêde didin. Li tu devera cîhanê titşekî werê tune ye. Tenê li Tirkiyeyê heye. Gaz û av jî werê ye. Mehê 4 hezar TL heqê fatûreyan tê. Di dema pandemiyê dewletê bi tu awayî alîkariya me nkir. Niha jî dibêjin em ê heqê kirê bidin. Heqê kirêya min 3 hezar Tl ye. Ji ber ku ev der gund e, wê 500 TL'yî bidin min.  Bawer nakim vî jî bidin. Sê meh berê dikanên me girtî bûn. Min sîgorteya xebatkaran dida. Wê demê hezar û 700 TL alîkarî hat kirin. Ew jî ji bo xebatkaran bû, ne ji bo min. Heya niha tu alîkariya xebatkaran negihaye min." 
 
NE WEKÎ BERÊ YE 
 
Nevîn Ogûz a 45 salî ku li dikana Taştepey dixebite, anî ziman ku ji ber pandemiyê destûra bêheq dane hevjînê wê û got: "Beriya pandemiyê mirov ji dûra dihatin dikanê. Lê piştî şewbê hema bibêje kes nayê, ne wekî berê ye." 
 
‘ME TU ALÎKARÎ NEDÎTIYE'
 
Zehra Dalmaz a 57 salî ku kuafortiyê dike, bibîr xist ku ji ber pandemiyê dikana wê 3 mehan girtî bûye û got: "Hê nû nû kuafor vekirin. Lê ji ber pandemiyê pir kes nayê. Em bi vî awayî debara xwe dikin." Dalmaz, destnîşan kir ku nikare heqê kirêya xwe jî bide û got: "Gava şewb nû belav bû, xwediyê dikanê 3 mehan heqê kirê ji min nestand. Piştî me vekir min, min di ber re hêdî hêdî da. Lê vê pêla duyem pir xirab bû. Tişta ku dewletê nekir, xwediyê kargehan kir. Dewletê qurîşek jî alîkariya me nekir." 
 
‘DU MEHAN DEBARA ME NEKIR' 
 
Dalmaz, destnîşan kir ku her meh bi awayekî rêk û pêk heqê bacê didin û got: "Ka niha kî li cem min e? Kes jî. Ma werê ye? Ma ev ne neheqî ye? Bi salan e bacê didim dewletê, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara min bike. Mirov ji birçîna digirîn. Ma tiştekî werê tê qebûlkirin? Nikaribûn du maskeyan bidin welatiyan, lê rabûne bi milyon dolaran hîbeyî Tûnûsê dikin. Gava mirov bi tiştên werê dihese, pir adis dibe. Heyret çawa mirov serî ranakin. Her hal rehikên mirovan kişandine, eciqandin li xweşa wan diçe." 
 
MA / Ferhat Çelîk - Mehmet Aslan