Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin

img

RIHA - Dîwana Muhasebetaê di rapora xwe ya derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de destnîşan kiriye ku li dirûiyetên ku divê karmendên bikadro bên tayînkirin, karmendên bipeyman hatine tayinkirin û mesaiya karkeran jî hezar saet hatiye kirin. 

Dîwana Mûhasebatê raporên xwe yên sala 2019'an ên derbarê şaredariyan de aşkere dike. Dîwana Muhasebatê di rapora xwe ya derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AKP'î de diyar kiriye ku li deverên di bin kontrola şaredariyê de kargehên bêruxset hene, midûriyetên ku divê karmendên bikadro tayinî wan bên kirin karmendên bipeyman hatine tayinkirin û destûra karkeran hatiye binpêkirin. 
 
KARGEHÊN BÊRUXSET 
 
Di raporê de hatiye diyarkirin ku li nav sînorên şaredariya bajarê mezin 3 kargehên bêruxset hatine tespîtkirin û hatiye xwestin ku kargehên bêruxset bên tespîtkirin û xerca wan bê tehsîlkirin. 
 
1000 SAAT MESAΠ
 
Her wiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku destûra karkeran bi awayekî rêk û pêk nehatiye dayîn û bikaranîn. Di raporê de hatiye diyarkirin ku di bin banê şaredariyê de 510 karker dixebitin û van karkeran bi giştî 61 hezar û 752 roj destûra salane bi kar neaniye. Ji xeynî vê di raporê de ji bo mesaiya kar a karkeran jî hatiye gotin ku 510 karker mesa î kirine û ji vana 385 jê di ser 270 saetî re hatine şixulandin û wiha hatiye gotin: "165 karker di navbera 270-500 saetî û 10 karker jî di navbera 500-100 saetî de zêdetir hatine şixulandin." 
 
TAYINKIRINA KARMENDÊN BIPEYMAN 
 
Di raporê de ji bo tayinkirina karmendên bikadro ya ji bo midûriyetan jî hatiye destnîşankirin ku ji 84 kadroyên midûriyeta 16 jê karmendên bipeyman in. 
 
MA / Bariş Polat