‘Cardin mehkûmî birçîbûnê hatin kirin'

img

AMED - Amediyan nerazîbûna xwe ya ji bo meaşê kêm ê nû hat diyarkirin anîn ziman û gotin: "Mirov, dê hîn bêtir xizan bibin." Serokê DÎSK'ê yê Şaxa Jimare 2 a Amedê Hasan Hayrî Eroglû jî got: "Cardin kedkar mehkûmî kedxwariyê hatin kirin." 

Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm, ragihand ku meaşê kêm yê sala 2021'ê dê 2 hezar û 825 TL be. Amediyan anîn ziman ku dê kes nikaribe bi vî meaşî debara xwe bike û Serokê DÎSK'ê yê Şaxa Jimare 2 a Amedê Hasan Hayrî Eroglû jî destnîşan kir ku kedxwarî didome. 
 
HEJARÎ
 
Ekrem Soker, anî ziman ku li welêt bêedaletî heye û got: "Ji bo xwe budçeyeke baş vediqetînin. Lê belê ji bo karker û kedkaran tiştek tune ye. Bêedaletî heye. Ma çarşî û bazaran nabînin? 5 kîlo arvan berê bi 20 lîreyî bû, niha bûye 69 lîre. Ê ku xwendekarên wan hebin, xwaniyê wan bi kirê be dê dawiya mehê tiştek pê re nemîne. Wê mirov çawa bi meaşê kêm debara xwe bikin? Bi vî awayî wê mirova xizantir û hejartir bibin." 
 
MESREFA QESRÊ MILYONEK E 
 
Misbah Aydin jî anî ziman ku bac, ceryan û gaz her meh zêde dibe û got: "Dibêjin, nanê tisî bixwin. Fîkefîka wan e. Rojê mesrefa qesrê ji milyonekê zêdetir e. Lê kesên di nav çopê de li nên digerin, qey ne mirov in? Gel ji bo ku tu bolviriyê bikî, te nehilbijartiye." 
 
Azîz Ceylan jî got: "Parlementer û wezîr ji sedî 50-60 meaşê xwe zêde dikin. Radibin ê karkeran jî ji sedî 10 zem dikin." 
 
WÊ MIROV XIZAN ÇI BIKIN? 
 
Mehmet Salîm jî bang li rayedaran kir û got: "Wê mirov bi vî pereyî heqê kirê bidin an zarokên xwe xwedî bikin? Herî kêm diviyabû 3 hezar û 500 TL bûna. Kirê bûye hezar û 500 TL." 
 
Mehmet Şah Akkaya jî anî ziman ku şert û mercên jiyanê zehmt bûne û got: "Heger 3 zarokên meriv hebin, dê çawa bi vî perî debara xwe bike? Ev mirovên feqîr ê çi bikin? Bi rastî jî jiyan pir zehmet bûye." 
 
Serokê DÎSK'ê yê Şaxa Jimare 2 a Amedê Hasan Hayrî Eroglû jî anî ziman ku daxwaza konfederasyona wan a ew bû ku meaşê kêm herî kêm bibe 3 hezar û 800 TL, lê belê guh lê nehatiye kirin û got: "Meaşekî di biniya sînorê birçîbûnê de diyar kirin. Li Tirkiyeyê 10 milyon karker bi meaşê kêm dixebitin. Û bi milyonan kes jî di biniya meaşê kêm de dixebitin." 
 
Eroglû, destnîşan kir ku bi vî awayî kedkar cardin mehkûmî kedxwariyê hatine kirin û got: "Patron karê li ser karê dikin." 
 
Eroglû, bilêv kir ku wê dev ji vê yekê bernedin û çend roj şûn de dê biryarên xwe yên derbarê vê yekê de bi raya giştî re parve bikin.