Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye

img

WAN - Welatiyên Wanê, diyar kir ku bi zêdebûna 500 TL’yî ya bihayê asgarî mehkûmê birçîbûnê hatine kirin û ev bertek nîşandan: “Li Qesrê her tişt heye. Dema dor tê welatî dibêjin ‘tune’ ye.”

 
Komîsyona Diyarkirina Bihaya Asgarî, di 28’ê kanûnê de civîna xwe ya dawîn li dar xist û bihayê asgarî weke 2 hezar û 825 diyar kir. Bihaya ku hat aşkerakirin di bin daxwaza karkeran de ma. Ji ber vê yeke sendîkayên nêzÎ hikûmetê jî di nav karker û sendîkayên wan li dijî bihaykkku hatiye aşkerakirin bi bertek in. Li Wanê welatiyên ku bi bihaya asgarî dixebitin, bertekên xwe yê li dijî bihaya hatiye aşkerakirin anîn ziman û destnîşan kirin ku bi zema 500 TL’yî pirsgireka debarê nayê derbaskirin.
 
3 QELEMAN DIBERSIVîNE
 
Mahmût Aslan di malbateke 10 kesî de dijî, diyar kir ku bihaya hatiye aşkerakirin têra wî tenê nake û wiha got: “Tenê ez 600 TL kire didim. Pirî caran nikarim ji zarokên xwe re pêlavek bikirim. Ji ferden malbata min 3 kes nexweş in. Mehê hezar TL mesrefa me ya mitbaxê heye. Tiştek ji min re namîne. Dikan jî ji me re dibêjin em careke din bi deyn tiştan nadin we. Divê bihaya asgarî ne di binî 5 hezar TL’yî de be. Miqarneyên ku me berê bi 10 TL’yî dikirî niha bûne 35 TL. Ji ber vê divê bihaya asgarî bê sererastkirin.”
 
DAWIYA MEHÊ NAYNIN
 
Fahrettîn Keskîn ku di kirê de dijî û 3 zarokên wî hene jî, bertek nîşanî zêdebûna 500 TL’yî ya bihaya asgarî da û ev tişt anî ziman: “Ez 700 TL kirê didim. Wê heta kîngê wiha bidome. 3 hezar TL jî têr nake. Divê herî kêm 5 hezar TL be. Ji bo malbateke 5 kesî divê ne di binî 5 hezar TL’yî de be. Kesên ku derdê min guhdar bikin tünene. Bi ku ve diçim derî li min tên girtin. Nikarim mesrefa dibistanê ya zarokên xwe jÎ bibersivînim. Em pir mexdûr in. Em bi deynê ku ji dostan distînin dijî.”
 
ZEM, ZEM, ZEM…
 
Welatiyê bi navê Cemal Batan jî da zanîn ku li gel ku ne di kirêdeyî jî bihayê asgarî têra wî nake û wiha got: “Fatoreya ceyranê ya par 100 TL bû nîha bûye 300 TL. Heke niha bihaya asgarî 4 hezar be jî wê têr neke. Piştî zema bihayê asgarî zem tê ser her tiştî. Tiştekî ku biguhere tüneye.”
 
‘PERÊ GEL DIDIN LEŞKERIYÊ’
 
Huseyîn Çinar jî got ku piraniya bihayê asgarî diçe fatoreyan û ev tişt anî ziman: “Gelo em ê bi vî bihayê debara xwe bikin? Em 17 kes in. Divê herî kêm bihaya asgarî 4 hezar TL be. Gel di qrîza aborî de ye. Perê ku divê bidin gel didin leşkeriyê û deverên din. Mirovan dikin rewşeke zor. Ez êdî ji jiyanê nefret dikim. Xwezî me vê jiyanê nas nekira.”
 
‘KESÊN DIAXIVIN TÊN BINÇAVKIRIN’
 
Bedîr Gumuş ku bêkar e jî bi lêv kir ku şîroveya derbarê aboriya welat de weke sûc tê hesibandin û wiha got: “Kesê aboriyê rexne dikin tên binçavkirin. Tiştek tüneye ku mirov bixwin lê li Qesrê her tişt heye. Dema dor tê welatiyan dibejin ‘tune’ ye. Her tişt zem bû. 3 kîlo goşt bûye 300 TL. Mirov ketine etra ku tiştekî bibine mala xwe.”
 
MA / Tolga Guney - Melek Şahîn