'Lîmana Sîrkeciyê divê nebe qurbana rantê'

img

STENBOL - Serokê Giştî yê BTS'ê Mûrat Oral, ji bo dewrkirina qada lîmanê ya sîrkeciyê ku dewrî Weqfa Yeşîlayê hatiye kirin, anî ziman ku bi temamî ji bo rantê ye û ev qad divê ji bo rêya tirênê bê bikaranîn. 

Li Sîrkecî ya navçeya Fatîh a Stenbolê, qada 5 kîlometreyî ya tirênam, dewrî Weqfa Yeşîlayê hat kirin. Ev yek bû cihê nerazîbûnan. Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Veguhêziyê ya Yekbûyî (BTS) Mûrat Oral, anî ziman ku qadeke ev qasî girîng divê ji bo rêya tirênê bê bikaranîn. 
 
BIKARANÎNA ÎSKELEYÊ MECBÛRÎ YE 
 
Oral, bibîr xist ku bi veguhêziya bi rêya tirênê ya di navbera Ewropa-Asyayê de îskeleyên ferîbotê yên Haydarpaşa û Sîrkeciyê dihatin bikaranîn, lê belê piştî tûnela Marmarayê hat çêkirin, êdî serê sibehê ji bo rêwîyan, êvarî jî ji bo barkêşanê tê bikaranîn. Oral got: "Amûrên talûke nikarin di tûnel û rêyên Kendava Stenbolê de biçin, lewma bikaranîna îskeleyên ferîbotî yên Haydarpaşa-Sîrkeciyê mecbûrî ne." 
 
STRATEJÎK E 
 
Oral, dewrkirina îskeleya ferîbotê ya Sîrkeciyê bibîr xist û destnîşan kir ku ev herêm ji bo rêya tirênê devereke pir stratjîk e. Oral, anî ziman ku ev der qadeke ku ji bo barkêşanê hatiye tahsîskirin û divê ji bo vê bê bikaranîn. Oral, bibîr xist ku ev qad ji bo veguhêziya eşyayên talûke dihat bikaranîn û got: "Divê li derdora qadên bi vî rengî avahî, eywanên dawetan û tesîs tune bin." 
 
Oral, diyar kir ku betalkirina îskeleya ferîbotê ya Sîrkeciyê, tê wateya ku betalkirina gar û lîmanên Haydarpaşayê jî.
 
TJI BO RANTÊ YE 
 
Oral, bilêv kir ku bergeha îskeleya ferîbotê ya Sîrkeciyê kendav e, lewma her kes çav bera wê daye. Oral got: "Ez werê difikirim ku vê derê bi temamî ji bo rantê dewir kirine. Lê divê nebe qurbana rantê." 
 
Oral, da zanîn ku ji ber vê wan û Odeya Avahîsazan doz vekiriye û got: "Ne mimkun e ku em destûra tiştekî werê bidin. Ne rast e ku ev dever ji bo eywanên dawetan an jî ji bo kar û barên Yeşîlayê bê bikaranîn. Jixwe piraniya baxçeyê Yeşîlayê yê rêya tirênê ye. Berê rêya me digihaşte heya îskeleya Haremê. Li wir jî baxçeyê wê heye. Yanî her roj gav bi gav bi cih dibin." 
 
MA / Kadîr Guney