Berteka xwediyên kafeyan: Ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?

img

WAN - Xwediyên kafeyan ku ji ber şewba Covîd-19'ê tenê destûra wan a serwîsa pakêtan heye, diyar kirin ku hikûmetê alîkariya wan nekiriye û got: "Ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?" 

Ji ber tevdîr û qedexeyên ji ber şewba Covîd-19'ê xwediyê kafe û restorantan ji 20'ê Mijdara 2020'an ve tenê serwîsa pakêtan dikin. Li Wanê xwediyên kafeyan anîn ziman ku bi vî awayî kar nameşe û alîkariya hikûmetê ya ji bo kirê jî ku 500-750 TL ye, bikêr nayê.
 
Osman Ademoglû ku kafeya wî heye û li kafeyê tiştên di warê çand û hunerî de dike, anî ziman ku ders hene, lê belê hêla kafeyê girtiye û ev jî bandoreke nebaş li wan dike. Ademoglû, anî ziman ku çendî ku kafe girtiye jî fatûreyên ceryan, av û gazê tên û got: "Prîmên karkeran tên dayîn, xwediyên dikanan heqê kirê dixwazin, dewlet dest ji tu bacên xwe bernade. Lê ji me re dibêjin bigirin. Bi vî awayî hem em hem jî karker pir zehmtiyê dikişînin." 
 
Ademoglû ji bo 750 TL'yê ku ji bo kirê tê dayîn jî bilêv kir ku ev pere ne meaşê karkeran jî. 
 
STANDARDEKE DUMENDΠ
 
Ademoglû, bal kişand ser çalakiyên partiyên siyasî jî û got: "Navendê danûstendinê vekirîne. Bernameyên televîzyonan didomin. Ji bo wan her tişt asayî ye, lê ji bo me ne wisa ye. A rast naxwazin me bibînin. Standareteke dumendî heye. An bila bihêlin em karê xwe bikin an jî bila alîkariyeke baş bikin. Bawer nakim alîkariyeke baş bikin. Lewma em dixwazin bihêlin ku em karê xwe bikin. Dikarin ji bo kafeyan kotayekê deynin. Dibêjin 'Çi bês erê we ne xema me ye.' Dibêjin serwîsa pakêtan, ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?" 
 
26 HEZAR TL HEQÊ KIRÊ 
 
Mûstafa Dolar ku şirîkê Ademoglû ye jî anî ziman ku ji ber qedexeyê tenê prîmên sîgortayê yên hin karkeran didin. Dolar, bilêv kir ku dikana wan girtiye lê cardin jî heqê av, ceryan û gazê didin. Dolar, da zanîn ku heqê kirêya wan 26 hezar TL ye û tevî hemû tiştî mesrefa wan a mehane 100 hezar TL'yî derbas dike. Dolar, diyar kir ku di dema pandemiyê de bi tu awayî alîkariya wan nehatiye kirin û got: "Rewşa me qet nebaş e. Sirf ji bo ku em meaşê xebatkaran bidin me kredî kişand. Ji ber ku dewlet alîkariyê nake, dibe ku em bi temamî bigirin. Em pir zehmetiyê dikişînin, lê ji bo ku xebatkarên me mexdûr nebin em li ber xwe didin." 
 
Dolar, destnîşan kir ku madem nikarin kafeyê vekin qet nebe bila alîkariya wan bê kirin û got: "Alîkariya ji bo kirê ya hatiye aşkerekirin, pir komîk e. Qet nedana çêtir bû. Henekên xwe bi mirovan dikin. Qet nebûna diviyabû nîviyê heqê kirê bidana. Ev pergaleke çawa ye min fêm nekiriye." 
 
'MA EZ ÇAY BIŞÎNIM ARTEMÊTANÊ?' 
 
Naîm Demîrkan ku kafeya wî li Kuçeya Hunerê ye, anî ziman ku ji ber ku kafe girtiye 5 kes betal mane. Demîrkan, bilêv kir ku mehê 4 hezar û 500 TL'yî heqê kirê dide û niha perîşan bûye. Demîrkan, destnîşan kir ku ji bo pêdiviyên xwe 50 hezar TL kredî kişandiye û got: "Min kredî ji bo mesrefên kafeyê kişand. Lê niha nikarim bidim. Her roj xwediyê dikanê telefon dike. Dibêje 'madem tu heqê kirê nadî, dikanê vala bike.' Min 250 hezar TL mesref li vê dikanê kiriye. Dibêjin 'serwîsa pakêtî bikin.' Ma ez ê çayê bikim pakêt û bişînim Artemêtanê?" 
 
'KES NAPIRSE KA TU TÊR Î TU BIRÇÎ YÎ' 
 
Kader Aslan ku li kafeyekê dixebite, anî ziman ku rewşa wan qet nebaş e. Aslan, bilêv kir ku ji bo alîkariya malbata xwe bike dixebite û got: "Gava cihê em lê dixebitin bê girtin, dê kî heqê pêdiviyên min bide? Kes nabêje ka tu têr î tu birçî yî? Hema ji nişkave kafe girtin. Lê kes alîkariya me nake. Roj heye heqê rêya me jît une ye. Mecbûr in alîkariyê bikin, lê heger nekin nexwe divê bihêlin ez xwe bi xwe debara xwe bikim." 
 
MA / Tolga Guney - Bariş Donmez