Par bi 50 lîra bû îsal bi 100 lîrayî ye

img

ENQERE - Mamosteyên teqawît ên meaşê wan ji sedî 8,6 zem bû, bal kişandin ser qeyrana aborî û diyar kirin ku di salekê de zexîre ji sedî 50 zem bû. Ji mamosteyê teqawît Îsmet Yalçinkaya, diyar kir ku zexîreyê ku sala par 50 dida îsal 100 tl dide û daneyên TUÎK'ê ne rast in. 

Raqamên Saziya Îstatistîkan a Tirk (TUÎK) a der barê enflasyonê ya meha Kanûnê de ji sedî 1,25 nîşan da. Raqamên TUÎK'ê yên salekê jî ji sedî 14,60 nîşan da. Piştî daneyên enflasyonê aşkere bûn, li gorî rêjeya 2021'an a enflasyonê, meaşê karmendên teqawît ji sedî 7,36, meaşê teqawîdên SSK û BAG-KUR'ê ji sedî 8,36 zêde bû. Lê zemê meaşên karmendan li hemberî enflasyona heyî têra tiştekî nake. 
 
Lê rastiya enflasyona rastîn a ku bandora xwe li ser karmendan û mirovan dike di rastiya buhnayê zexîreyan de xwe dide der. Ji bo ev rastî bê dîtin rastiya debara hevjînên teqawît Îsmet (78) û Saniye (72) Yalçinkaya ya marketê her tiştî nîşan dide. Hevjînên teqawît Yalçinkaya, ya li Taxa Ugur Mumcu ya  Navçeya Yenimahalleya Enqereyê dijîn, ji çileya 2020'an heta niha fîşên krîna zexîreyan li malê veşartin û buhabûna zexîreyan a sala par û îsal dan ber hev. Malbata Yalçinkaya zexîreyên ku sala par ji heman marketê dikirîn û zexîreyên îsal ji heman marketê dikirîn dan ber hev û dîtin ku buhayê zexîreyan ji sedî 50 zem bûye. Hevjîn Yalçinkaya, anî ziman ku îsal meaşê wan ji sedî 7,6 zem bûye, lê buhayê zexîreyan ji sedî 50 tl zem bûye. Karmendê teqawît Îsmet Yalçinkaya, bertek nîşanî daneyên TUÎK'ê yên der barê enflasyonê de da û wiha got: “TUÎK li gorî buhayê vê marketê raqaman aşkere nake. Ji çileya sala 2020'an heta çileya 2021'an min fîşê kirîna zexîreyan a heman marketê li mala xwe kom kir. Li gorî van fîşê buhayê kirîna zencefîlan a çileya 2020'an 19,50 bû, di çileya 2021'an de derket 54 lîrayî. Bihê di çileya 2020'an de 5,45 lîra bûn, îsal bû 6,54 lîra. Buhayê rizê 8,90 lîra bû niha 11,75 lîra ye. Buhayê 5 litre şîr 22,75 bû, niha 27,90 lîra ye. Buhayê kruvasan 6,95 lîra bû niha 10,95 lîra ye. Buhayê salamê 6,95 lîra bû niha 9,90 lîra ye. Kîloya dendikan ji 34,90 lîra derket 54,90 lirayî. Buhayê deterjanê ji 5,90 lîra derket 7,90 lîrayî. Buhayê hêkan ji 9 lîrayan derket 22 lîrayan. 
 
Têkildarî buhabûna zexîreyan mamosteyê teqaqît Îsmet Yalçınkaya, anî ziman ku TUÎK destnîşan dike ku hatina millî ya Tirkiyeyê her sal zêde dibe û wiha got: "Lê ev zêdebûna hatina mîllî bandorek erênî li meaşê me nake. 
TUÎK daneyên enflasyonê bi awayekî zanist û serbixwe diyar nake. Marketên ku TUÎK serî lê dide em naçin wir. Li marketên wan her tişt erzan e. 
 
Li marketê her tişt ji sedî 50  zem bûye. Di salekê de ceyran ji sedî 70 û xaza xwezayî jî ji sedî 60 zem bû. Meaşê me her sal bêtir bê qîmet dibe. Berhemên sala par min dikirî û îsal dikirim di navbera wan de ji sedî 25 heye. Lê enflasyonê ji sedî 14.60 nîşan didin. Di navbera wê de ji sedî 10 ferq heye. Ev rastiya enflasyonê vedişêre. 
 
Li gorî vê rastiyê meaşê min ji sedî 10 hiliya. Daneyên enflasyonê ji aliyê TUİKê ve tê diyarkirin. Lê meaşê me ji sedî 8.36 zem dikin. Mirov her ku diçe xizan dibe. Niha 8 milyon kesên teqawît hene. Heqê herê kêm distînin û hewl didin debara xwe bikin. Divê li gorî mezinbûna Tirkiye zem bê kirin. 
 
MA / Emrullah Acar