Li Amedê 35 hezar kes betal man

img
AMED – Serokê DESOB'ê Alîcan Ebedînoglû diyar kir ku di sala dawî de li Amedê 835 esnafan derbaeyên xwe danîne û ji ber pandemiyê 35 hezar kes jî betal mane. 
 
Ji ber krîza aborî û tevdîr û qedexeyên derbarê şewba Covîd-19'ê de ye esnafên 10 meh in esnafên biçûk perşîan bûne û gelekan jê top avêtiye. Li Amedê jî di sala dawî de 835 esnafên li Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinhetakaran a Amedê (DESOB) qeydkirî derabeyên xwe danne û ji ber tevdîr û qedexeyên derbarê şewba Covîd-19'ê de jî 35 hezar esnaf betal mane. Serokê DESOB'ê Alîcan Ebedînoglû da zanîn ku nêzî 60 hezar endamên wan hene û bal kişand ser bandora krîza aborî û pandemiyê ya li ser esnafan. 
 
ŞEWB Û KRÎZ SALGIN VE KRİZ 
 
Ebedînoglû, anî ziman ku piştî krîza aborî ya di sala 2019'an de dest pê kir û pê re jî şewba Covîd-19'ê dûr da, di warê aborî d etexrîbatek pir mezin rû da. Ebedînoglû, diyar kir ku li bajêr nêzî 60 hezar esnaf û girêdayî vê nêzî 100 hezar mirov bandor ji vê girtine û bi zor û zehmetiyê re rû bi rû amne. Ebedînoglû got: "Li bajêr niha 30-35 hezar mirov ji ber vê betal mane." 
 
‘ALÎKARÎ BÊKÊR IN' 
 
Ebedînoglû, diyar kir ku ji ber vê rewşa dijwar hewl didin dengê xwe bigihînin rayedaran. Ebedînoglû, destnîşan kir ku alîkariyên ku hikûmet ji bo esnafan kiriye bêkêr in û got: "Esnaf nikarin bi van alîkariyan li ser pêyan bisekin. Deynên Bagkur û bacê ji bo esnafan bi awayekî qismî hatin taloqkirin, 25 hezar Tl kredî bê faîz hat dayîn, lê belê ev yek ji bo esnafên ku niha girtîne qîm nake. Esnaf, niha nikarin heqê kirêya xwe jî bidin. Ji bo ku esnaf karibe li ser pêyan bisekine, divê 200 hezar TL alîkarî bê kirin. Ev jî divê heya salekê neyê dayîn û ji bo 5 salan be." 
 
Ebedînoglû, anî ziman ku niha mirov nikarin nan bibin malê û got: "Kesên li aşxaneyan û qehwexaneyan dixebitin û kesên di sektora turîzmê de dixebitin, niha betal in. Ev krîza aborî, dê bandorê li krîzên civakiyî jî bike. Ev krîz heya nav mala mirovan jî çûye." 
    
‘850 ESNAFAN DERABEYÊN XWE DANÎN' 
 
Ebedînoglû, da zanîn ku di vê sala dawî de 850 kargehên endamên wan bûne, ji ber şewbê derabeyên xwe danîn û heger şewb 6 mehên din jî dewam bike dê gelek esnafên din jî derabeyên xwe deynin. Ebedînoglû got: "Hîn jî hêviya mirovan heye. Li bendê ne ku rojek berî rojekê şewb biqede û dest bi karên xwe bikin. Lê heger wisa dewam bike wê rewş xirabtir bibe." 
 
MA / Ergîn Çaglar