Qeyûm 12 roj in bi hezaran karkeran bê qeyd dide xebitîn

img
MÊRDÎN - Derket holê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm bi rê ve dibe, bi hezaran karkeran re peymana kar nû nekiriye û 12 roj in bê qeyd wan dide xebitandin.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm bi rê ve dibe, bi hinceta ku dema peymana kar a bi hezaran karkeran qediyaye, di 31’ê kanûna 2020’an wan ji kar derxistibû. Karkerên ku şaredarê di vê derbarê de tu agahî nade wan nediyare wê peymana wan were nûkirin an na. Li gel vê yekê karker 12 roj in bêyî peymana kar tên xebitandin. Karkerên ku bêqeyd tên xebitandin, ji ber rewşa nediyar bi fikar in. Civîna ku di 1’ê çileya 2021’an de bi komeke karker re hat kirin, karkerên ku nehatine vexwandin xistiye nava fikaran.
 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di 1’ê çileya 2021’an de peyamek ji komeke karker re hatiye şandin. Di peyamê de hatiye raghandin ku wê li avahiya Îdareya Qenalîzasyon û Avê ya Mêrdînê (MARSÛ) civînek bê lidarxistin. Di civîna ku hatiye lidarxistin de hatiye ragihandin ku ji ber kêmasiya personelan wê beşeke personel sewqî MARSÛ'yê bên kirin. Lê  ne diyar e ku wê çend karker werin sewqkirin. Ji ber ku peymana karkeran nehatiye nûkirin û hê jî karker ji xebitandinê nehatine girtin, berdewamkirina derxistina ji kar a karkeran tê axaftin.
  
‘KESEK TIŞTEKÎ NABÊJE’
 
Karkerên ku nexwestin navên wan bên diyarkirin, dan zanîn ku bi rojan e tiştek ji wan re nehatiye vegotin û ev tişt gotin: “Ne ji me re dibêjin, 'herin ne jî kirariyên ketina me ya kar çêdikin'. Bi awayekî qaçax em dixebitin. Rayedarek jî tiştekî nabêje. Sendîkaya Hîzmet Îş'ê ya girêdayî Hak-Îş’ê qaşo mafên me diparêze jî ji herkesî re tiştên cuda dibêje. Em nizandin ku wê kengî ketina me ya kar çêbibe. Ji ber ku kar tuneye em nikarin bi cihekê ve jî biçin. Em dixwazin derbarê mijarê de ji me re agahiyek bê dayîn. Lê ev jî nayê kirin. Em dixwazin ev rewşa nediyar were zelalkirin.”