‘Stenbol dengê wan dibihîze lê Serokkomar na

img

STENBOL – Karkerên Înşeata Kayiyê ku bi rojan e ji ber mûçeyê xwe nagirin li ber xwe didin, diyar kirin ku tevahiya Stenbol dengê wan bihîstiye lê tu wezîr û Serokkomar hê jî dengê wan nebihîstine. 

Xwediyê Şîrketa Anonîm a Bazirganî, Pîşesazî û Înşeatê ya Kayiyê Çoşkûn Yilmaz, ji sala di 2018’an ve mûçeyên karkerên ku li Cezayîrê di bin banê şantiyeyên cuda de daye xebitandin nade wan. Karkerên ku mûçeyên xwe negirtine rojên zor û zehmet derbas dikin. Karkerên Înşeata Kayiyê yên girêdayî Sendîkaya Kedkarên Înşeatê (Înşeat  Sen), bi mehan e ji bo girtina mafê xwe têdikoşin. Herî dawî di 12’ê çileyê de li ber Plaza Yapi Krediyê ya li Leventê ku ofîsa xwediyê şîrnetê Yilmaz a têdeye dest bi berxwedanê kirin. 
 
‘SEOKKOMAR DENGÊ ME NEBIHÎST’
 
Karker Abdulsamet Keten ku ji Mersînê hatiye û tevlî berxwedanê bûye, diyar kir ku ji bo şîrketê nêzî 8 salan li Cezayîrê xebitiye û mûçeyê wî yê 15 mehan nehatiye razandin û wiha got: “Ji meha kanûnê ya sala 2018’an ve mûçeyê me nayê razandin. Tenê min carekê 500 dolar avans û mesrefa mitbexê girtiye. Ji ber nedayîna mûçe xwe em di 28’ê mijdara 2019’an de 72 rojan ketin grevê, lê me tu encam bi dest nexist. Peyman bi me re çêkirin ku dê heta sibata 2020’an mûçeyên me bi 10 texsîtan razînin, lê heta niha qurişek jî nerazandine. Gelek soz ji me re hatin dayîn, lê yek jî nehat girtin. Ji ber vê me jî dest bi berxwedanê kir. Weke hûn dibînin em li cihekî herî dewlemend ê Stenbolê li ber xwe didin. Tevahiya Stenbolê dengê me bihîst lê tu wezîr û Serokkomar dengê me nabihîzin.”
 
‘TAQETA MIN NEMAYE’
 
Di berdewamê de Keten, da zanîn ku bi negirtina mûçeyê xwe bê kar maye û gelek zor û zehmetî dikişîne û ev tişt anî ziman: “Êdî taqeta min nemaye. Fatorê min ketine ser hev. Hatime wê astê ku nikarim kirêya xwe jî bidim. Me ji dost û hevalan deyn kiriye. Herî dawî min bazinin birayê xwe yê ku nû zewiciye girt. Dema perê xwe bigirim ez ê bidim wan. Lê min bi xwe re topa wî jî avêtiye. Lewre nikarim razînim.  2 hefte ne em li vir in. Malbatê me perîşan bûne. Ji ber nexweşim derman bi kar tînim. Lê niha dermanê min qediyane û nikarim bikirim. Em nikarin qurişek pere jî bikin destê zarokên xwe. Heke pandemî nebûye wê teqez zarokên min ji dibistanê bihatina avêtin. Lewre nikarim pêwistiyên wan dabîn bikim. Em tenê mafê xwe dixwazin.”
 
‘JI BER KETIM BIN DEYNAN MALA XWE FIROT’ 
 
Karker Saffet Dagli ku ji Hatayê hatiye Stenbolê jî bi lêv kir ku 4 salan li Cezayîrê ji şîrketê re xebitiye û di çileya 2020’an de vegeriyaye welat. Dagli, diyar kir ku mûçeyê wî yê 13 mehan nehatiye razandin û ev tişt got: “Dema ez vegeriyam Hatayê min karek din ji xwe re nedît. Ji ber ku kar nabînim karê rojane dikim. Ji kanûna sala 2018’an ve bi deynan debara malbata xwe dikim. Min mala xwe firot û pê deynê xwe girt û derketim kire. Niha di dayîna kirêya xwe de zehmetî dikişinim. Fatoreyên me ketine ser hev. Rojek berê gaza me birîn. Fatoreyên min ên ceyran û avê di ser hev de ne. Heke em ne di rewşeke zehmet de bûne nedihat van deran. Em bi deyn hatine van deran. Em li dilê Stenbolê ne, lê hê jî rayedaran gaveke şênber neavêtine. Kesên ku qala maf û hiqûqê dikin li kur in gelo? Gelo çima hê jî mezinên dewletê dengê me nabihîzin. Em perîşan bûne.”
 
XIZANÎ Û DEYN
 
Karker Serkan Îşîmtekîn ku ji Edeneyê tevlî berxwedanê bûye jî diyar kir ku mûçeyê xwe yê 12 mehan negirtiye û di çileya 2020’an de bêyî ku 5 quriş bigire ji neçarî ji Cezayîrê vegeriyaye welat. Îşîmtekîn, destnîşan kir ku ji bo lêkirina malê erse ji xwe re kiriye lê ji ber ku ketiye bin deynan ersa xwe bi bihayek kêm firotiye û derdê xwe wiha anî ziman: “Niha jî 25 hezar TL deynê min ji banqayê re heye. Nikarim bidim. Banqa timik li min digere lê nikarim bidim. 10 hezar TL jî kirêya min ketiye ser hev. Niha jî 5 quriş pere di berîka min tuneye. Divê ez biçim Edeneyê lê nikarim biçim. Li Edeneyê rojê bi 60 TL’yî dixebitim. Kurê min 15 salî ye, min wî ji dibistanê derxist û kir kar. Nikarim debara xwe bikim. 16 sal bûn hevjîna min nedixebitî. Ew jî 6 meh in dixebite. Em êdî ketine nabosê. Em ne sedeqê mafê xwe dixwazin. Ji ber em karkerên kes deng nade dengê me. Dema em ketin greve Serokkomar plaket da Holdînga Kayiyê. Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû soz da me û got wê mûçeyê bê razandin, lê ka. Mixabin nehat razandin.”
 
MA / Îdrîs Sayilgan