Li dijî sirgun û îxracan sendîkayan dest bi meşa ber bi Enqereyê ve kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – BTS û HABER –SEN’ê bi armanca şermezarkirina sirgun û îxracên endamên xwe ji Amed, Stenbol, Meletî û Îzmîrê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin. 
 
Sendîkaya Xebatkarên Veguhêzkariya Yekgirtî (BTS) û Sendîkaya Kedkarên Posta, Ragihandin, Çapemenî û Weşanê (Haber-Sen) yên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi daxwaza sirgûn, îxrac û zextên ku di demên dawîn de li hemerî endam, rêveber û nûnerên wan ên li Wezarata Raghandinê dixebitin pêk tên, bi dawî bibin, ji Amed, Stenbol, Meletî û Îzmîrê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin.
 
DAXWAZÊN KARKERAN
 
Beriya ku meş dest pê bikin, li Amed, Îzmîr û Stenbolê bi beşdariya endam û rêveberên her du sendîkayan daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de polîtîkayên desthilatê yên li hemberî karkeran hatin şermezarkirin û hat xwestin ku sirgûn û îxracên endam, rêveber û nûnerên her du sendîkayan bên rawestandin. 
 
PIŞTGIRIYA PARTIYÊN SIYASÎ
 
Li her sê navendan jî nûnerên partiyên siyasî û sendîkayan piştgirî dan BTS û HABER –SEN’ê. Piştî daxuyaniyên ku hatin dayîn meşên ber bi Enqereyê ve dest pê kirin. Di 4’ê sibatê de milên meşê dê li Enqereyê bigihîjin hev û li vir bi awayekî girseyî daxwazên xwe bînin ziman. 
 
‘NEYÊN ENQEREYÊ’
 
Di daxuyaniya Stenbolê de Serokê Giştî yê PTT-SEN’ê Halît Buyuk, diyar kir ku ji Şaxa Ewlehiyê ya Miduriyeta Polisan a Enqereyê çend caran lê  geriyane û jê re gotine ku neyên Enqereyê.