Kedkar li dijî sirgûn û îxracan dimeşin Enqereyê

img
STENBOL – BTS’ê û HABER-SEN’ê ji bo îxrac û sirgûnên endamên xweş protesto bike ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin. 
 
Sendîkaya Xebatkarên Veguhestina Yekbûyî (BTS) û Sendîkaya Kedkarên Çapemenî, Weşan, Ragihandin û Postayê (HABER-SEN) yên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi daxwaza “Bila dawî li sirgûnan were û yên hatine sirgûnkirin vegerin cihê xwe yê berê” ji gelek bajaran ber bi Enqereyê ve meş li dar dixin. Duh endamên BTS û HABER-SEN’ê ji Amed, Meletî û Îzmîrê ber bi Enqereyê ve meş dabûn destpêkirin. Îro jî endamên sendîkayên navborî ji Stenbolê û Zongûldakê ber bi Enqereyê ve meş dan destpêkirin. 
 
Endamên BTS û HABER-SEN’ê li ber Miduriyeta Sereke ya PTT’ê ya li Sîrkeciya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Sendîkavanan pankarta “Em li dijî îxracan, sirgûnan û zextan dimeşin” vekirin û dirûşmên li dijî îxrac û sirgûnan berz kirin û dowîz hildan. 
 
‘JI ME ACIZ IN’ 
 
Sekretera Jinan a HABER-SEN’ê Ayşe Noyan Koluman daxuyanî xwend. Kolûman da zanîn ku ew ji çar hêlên welat ber bi Enqereyê ve derketine rê û ew ê li dijî neheqî û bêhiqûqiyan bêdeng nemînin. Kolûman destnîşan kir ku di ezmûnên ji bo bilindbûna wezîfeyê li dijî hiqûqê tê tevgerandin û ev jî newekheviyê bi xwe re tîne û îqtîdara siyasî alîkariya sendîkayên nêzî xwe dike û ji ber ew li dijî van sepanan derdikevin gelek derdoran aciz dike. Kolûman anî ziman ku îxrac û sirgûn li dijî hiqûqê tên kirin û îqtîdara AKP’ê yên ne nêzî xwe dixwaze bi îxrac û sirgûnan bêdeng bike. Kolûman diyar kir ku ew ê di 4’ê sibatê de li Enqereyê bin û daxwazên xwe qîr bikin û li dijî îxrac û sirgûnan nerazîbûna xwe bînin ziman. 
 
‘EM BI HÊZ IN’ 
 
Piştî daxuyaniya li Sîrkeciyê sendîkavan hatin Gara Haydarpaşa ya li Kadikoyê û xwestin li vir daxuyanî bidin lê polîsan destûra daxuyaniyê neda. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû li vir piştevaniya kedkaran kir û got ew bi hêz dê bi ser bikevin û heta dawiyê li cem kedkaran cih digirin. 
 
Kedkar piştî li Kadikoyê li hev kom bûn ber bi Enqereyê ve derketin rê.