Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye

img

ÎZMÎR - Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê ji Aboriyê Berpirsiyar Garo Paylan, diyar kir ku wan xebatên xwe yên “Hevdîtinên Kar û Nan” ên Îzmîrê temam kirin û got: “Hemû kesên me wan re hevdîtin kirin gotin,  êdî kêr gihaye hestî. Em jî, dibêjin dema avakirina pergbaleke nû ya aboriyê hatiye.”

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca bandorên krîza aborî ya li welat kûr dibe nîqaş bikin û pêşniyarên çareseriyê yên têkildarî vê mijarê guhdar bikin,  di 21'ê Çileyê de dest bi kampanyeya "Hevdîtinên Kar û Nan" kir. HDP’ê starta kampanyayê li Amedê da û piştî Amedê, derbasî Îzmîrê bû. Şandeyê duh xebatên xwe yên “Hevdîtinên Kar û Nan” ên li Îzmîrê bi dawî kirin.  
 
Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Aboriyê Berpirsiyar û parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan ku di xebatên Îzmîrê de cih girt, nerîn û çavderiyên xwe bi Ajansa Mezopotam (MA) re parvekirin.
 
‘KÊR GEHIŞTIYE HESTÎ’
 
Paylan, anî ziman ku di hevdîtinên xwe yên sê rojan de, bi hemû beşên civakê re hevdîtin kirin û wiha axivî: “Di hevdîtinên me kirin de her kes ji nelirêtiyan aciz bûne û bi gazincin. Bi taybetî welatiyên xizan pir bi gazincin. Xizan di rewşekê pir zor û zehmet de debara xwe dikin. Di pêvajoya pandemiyê de, li şûna alîkariya xizanan bikin, hîn zêdetir ew xistin bin deynan. Deynên xwe bi deynan didin. Êdî kêr gehiştiye hestî. Dikandar ji ber ku nikarin kar bikin, deriyên dikanên xwe digirin. Bêgavî û bêhêvîtî pir mezin heye. Desthilatdariya AKP’ê ji mirovên xizan û deyndar fêm nake. Ji ber ku li Qesrê her tiştên wan heye. Erdoganê ku hepsî Qesrê bûye, dert û kulên welatiyan nizane. Serokkomar û desthilatdarî ji gel qût bûne. Bi awayekê aşere em vê yekê dibînin. Gotinên Qesrê û yên esnafan ji hev pir cuda ne. Alîgirên Qesrê di nava keyfê de ne. Ji xwe Erdogan  jî dibêje krîz tuneye. Lê di mitbex û dikanên esnafan de şewat heye. Krîzeke aboriyê ya kûr heye. Li Amed û Îzmîrê me carek din şahidiya vê yekê kir.”
 
‘PÊWÎSTÎ BI AVAKIRINEK NÛ HEYE’
 
Paylan, dest nîşan kir ku gelek bendewariyên welatiyan hene û wiha got: “Êdî her kes dixwaze alternatîfeke nû ji bo vê krîza aborî bê avakirin. Yên ku vê alternatîfê dane holê jî partiya me ye û HDP ye. Li vî welatî jêderkên herî dewlemend hene. Ev jêderk, bi awayekê rast bên xebitandin, wê têra 83 mîlyon welatî bike û zêde jî bimîne. Xizmetên cemawerî yên mîna ceyran, ava, gaza xwezayî û înternetê, dikare bê pere ji bo welatiyan bê dayîn. Em dikarin ewlekariya kar û nanê welatiyên xwe ava bikin. Ev ne xeyalin. Dahatûya cemarî dikare vê yekê pêk bixe. Em ê weke HDP’ê xwe ji bo hilbijartina pêş amade bikin. Em ê modelên xwe yên nû yên aboriyê ji welatiyên xwe re vebêjin. Xebatên me yên derbarê vê mijarê de dewam dikin. Ji ber dewrek tê girtin û her kes vê dizane. Êdî tu şansê vê desthilatdariyê nîne ku desthilatdariya xwe dewam bike. Êdî dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye. Ji bo vê paradigmaya me pir bi hêze.”