HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir

img
ENQERE - Komîsyona Aboriyê ya HDP'ê Rapora Zemê aşkere kir û diyar kir ku piştî pergala hikûmetê ya nû 300 hezar esnafî dikanên xwe girtin û îflas kirin. Komîsyonê di raporê de anî ziman ku di 17  salên AKP'ê de 4 hezar û 801 kesan ji ber nekariye debara xwe bike întîxar kirine. 
 
Komîsyona Aboriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Rapora Zemê li Meclîsa Tirkiyeyê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkere kir. Komîsyonê di raporê de anî ziman ku piştî pergala hikûmetê ya nû 300 hezar esnafî dikanên xwe girtin û îflas kirin. Komîsyonê di raporê de da zanîn ku di 17  salên AKP'ê de 4 hezar û 801 kesan ji ber nekariye debara xwe bikin întîxar kirine. Têkildarî raporê Endamê Komîsyona Aboriyê ya HDP'ê Erol Katircioglu, anî ziman ku piraniya pirsgirêkên aboriya Tirkiyeyê ji ber siyaseta wê pêş dikeve û wiha got: "Bi taybetî piştî Tirkiye derbasî pergala nû ya Hikûmeta Serokomariyê bû, di 3 salên dawî de qeyran kûr bû. Di rojên dawi de jî em dibînin ku rewşa aboriyê xerab e. Di 3 salên dawî de buhayê malên jiyanî yên xizmetê ji sedî sed zêde bûne. Buhayê mast, şîr, miqarna, xwê, rûn û gelek zexîrê xwarinê ji sedî sed zem bûye." 
 
ENFLASYON JI SEDÎ 30-40 E 
 
Katircioglu rapor xwend û wiha got: “Pergala Hikûmetê ya Serokomariyê pergala Zem û Sefaletê ye. Ji Tîrmeha sala 2018'an û şûnde piştî Pergala Hikûmeta Serokomariyê  ket meriyetê, enflasyon, betalî dowîz û xizanî reqora dîrokî derbas kir. Her çend TUİK enflasyonê wekî ji sedî 14,60 nîşan bide  jî enflasyona rastî ji sedî 30-40 e. Pişti pergala hikûmetê ya nû, arvanê genim ji sedî 214, nîsk ji sedî 184, fasulî ji sedî 149, xwê ji sedî 104, miqarna û şîr ji sedî 100, ceyran ji zedî 71,7, xaza xwezayî ji sedî 64,1 zem xwarin. Bi taybetî piştî şewbê zem di asta herî jor de zêd bûn."  
 
DI 17 SALÊN AKP'Ê DE 4 HEZA Û 801 KESAN ÎHTÎHAR KIR
 
Katircioglu, di berdewama raporê de bal kişand ser 17 salên AKP'ê û wiha lê zêde kir: "Piştî pergala Hikûmetê ya Serokomariyê xistin meriyetê întîxar zêde bûn. Li gorî daneyen TUİK'ê di navbera salên 2002 - 2019'an de bi giştî 53 hezar û 425 kesan întîxar kir. Di serdema AKP'ê de herî zêde di serdema Pergala Hikûmeta Serokomariyê de întîxar zêde bûn. Di sala 2019’an de 3 hezar û 406 kesan întîxar kir. Li gorî daneyan dinavbera 2002- 2019'an de tenê ji ber qeyrana aborî 4 hezar û 801 kesan întixar kiriye." 
 
300  HEZAR ESNAFAN DIKANÊN XWE GIRTIN
 
Katircioglu, di rapore de bal kişand ser daneyên Rojnameya Sicîla Sinhetkar û Esnafên Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: "Li gorî daneyê Sinhetkar û Esnafên Tirkiyeyê di sala 2020'an de nêzî 100 hezar esnafî deriyê dikanên xwe girtin. Di serdema hikûmeta nû ya 2018'an de 45 hezar û 11 esnafan dikan girtin. Piştî Tîrmeha 2018’an heta Sibata 2021’an bi giştî 300 hezar esnafan dikanên xwe girtin."