'Ê ku dibêjin xizanî tune, bila werin li halê me binêrin'

img

ENQERE - Li Enqereyê malbata Dûrmazê ji ber ku pere tune ye gaza xwezayî bikişîne malê, sobe daniye, lê belê piştî ku cînaran gilî kirine û gotine "dû dike", rêvebiriya apardûmanê sobe rakiriye. 

 
Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî bi milyonan kes nikarin debara xwe bikin. Yek ji van kesan jî Abdullah Dûrmaz e. Dûrmaz, 20 sal berê ji bo karibe debara xwe bike ji Erziromê berê xwe daye Enqereyê û niha li Taxa Baglûm a navçeya Keçîorenê dimîne. Ji roja ku şewb belav bûye heya niha Dûrmaz betal e û nikare debara xwe bike. 
 
Dûrmaz, bilêv kir ku di xaniyê bi kirê de ye û ji ber ku rewşa wî ya aborî nebaş e, nikare gaza xwezayî bikişîne malê û ji bo vê soba êzingan daniye, lê belê piştî ku cînaran gilî kirine û gotine "dû dike" rêvebiriya apardûmanê sobe rakiriye. 
 
‘BETANIYÊ LI XWE DIPÊÇIN' 
 
Dûrmaz got: "Du meh in li vî xaniyê birutûbet, tevî 3 zarokên xwe yên biçûk dimînim. Ji ber ku sar e, em li hundir betaniyan li xwe dipêçin. Ji ber ku rewşa me ya aborî nebaş e, em nikarin biçin xaniyekî din jî." 
 
Dûrmaz, diyar kir ku ji ber şewbê betal maye û got: "Heftê carekê ancax rojek kar bi dest min dikeve. Ma pereyê rojekê ê têra çi bike? Ma ez ê pê heqê ceryanê bidim, pê zexîre bikirim... Car heye ji ber ku nikarim heqê ceryanê bidim, bi rojan em di tariyê de dimînin." 
 
Dûrmaz, destnîşan kir ku ji ber ku sîgorteya wan tune ye nikarin biçin nexweşxaneyê û got: "Nexweş im, romatîzma bi min re heye. Divê her meh biçim cem bijîşk, lê nikarim biçim. Ji lewra sîgorte tune ye." 
 
Dûrmaz, anî ziman ku îqtidar bacan ji bo welatiyan xerc nake û bertek nîşanî daxuyaniyê rayedarn îqtidarê dan ku dibêjin "xizanî tune ye." Dûrmaz, destnîşan kir ku ev demeke li ser çopan digere û bi tiştên li ser çopa zikê xwe têr dikin û got: "Bila rayedarên îqtidarê werin bibînin. Lê ji ber ku dibêjin xizanî tune ye, ê çavê wan me nebîne. Îqtidar ji bo pirsgirêkên welatiyan xwe li nedîtinê datîne. Ev rojên me yên baş in, ez wisa difikirim ku ê krîz kûrtir bibe." 
 
Dûrma, bilêv kir ku tenê karekî dixwaze û ji bo vê bang kir: "Dixwazim nan bibim mala xwe."