Paylan: Îqtidar wê di nêz de topavêtina xwe aşkere bike

img

MÊRSÎN - Parlamenterê HDP'î Garo Paylan anî ziman ku AKP, ketiye nav lepên "selefxurên" li Londrayê û got: "Îqtidara ku ketiye nav lepên selefxuran, di nêz de ê topavêtina xwe aşkere bike." 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Amedê strata "Hevdîtinên Îş û Aş" dabû destpêkirin, di vê çarçoveyê de piştî Wan û Îzmîr, li Mêrsînê jî hevdîtin çêkirin. Heyeta HDP'ê li bajêr 3 rojan pêwendî bi rêxistinên civaka sivîl, sendîka, rêxistinên hawirdorê, karkerên çandiniyê û esnafan re dan û ji bo çareserkirina pirsgirêkan dê pêwendiyê bi saziyên têkildar re deyne. 
 
ROJEVA GEL 
 
Cîgirê Hevserokatiya Giştî û Endamê Komîsyona Aboriyê ya HDP'ê Garo Paylan, hevdîtinên heyeta HDP'ê yên li bajêr nirxandin. 
 
Paylan, anî ziman ku du rojevên sereke yên gel û qesrê hene û îqtidar ji ber ku nikare welêt bi rê ve bibe, di serî de HDP, bi giştî jî êrîşê dibe ser hemû muxalefetê. Paylan, bilêv kir ku îqtidar dixwaze bi van êrîşan re, rayên ku ji dest çûne bi dest bixe û got: "Îqtidar ji bo ku motîvasyona muxalefetê bişikîne, êrîşî HDP'ê dike. Hewl dide bi fezlekeyan HDP'ê bigire. Çi ji destê wan tê bila bikin. Ê me, rojeva me, rojeva gel e." 
 
Paylan, destnîşan kir ku ji esnaf û cotkaran bigire heya bi kedkar û betalan gelek her kes xizan bûye û got: "Xema me, xema gel e." 
 
Paylan, anî ziman ku Mêrsîn bajarê çandiniyê ye û bajarekî ku hema bibêje hemû gelê lê dimînin. Paylan, diyar kir ku li bajêr betaliyeke zêde heye û got: "Em çûn kur, em bi glî û gazincan re rû bi rû man. Esnaf, bi topavêtineke mezin re rû bi rû ye. Karker, kesên dikarin bixebitin, bi heqdesteke sefaletî dixebitin. Me serdana kardêran jî kir. Ew jî dibêjin, li devereke ku azadî û hiqûq lê tune be, kes nayê û naxwaze veberhênaniyê bike. Bi pirsgirêkine pir mezin re rû bi rû ne." 
 
‘MIN JI MIROVBÛNA XW EFEDÎ KIR' 
 
Paylan got: "Ne pêkan e ku esnaf bi vî awayî karibe li ser pêyan bisekine. Ji ber ku esnaf ne xema îqtidarê ne, deynên esnafan jî giran bû. Li bajêr ekolojî hatiye texrîbkirin. Me serdana karkerên çandiniyê jî kir. Bawer bikin min ji mirovbûna xwe fedî kir. Gava çav bi rewşa parlementer û karkerên vî welatî ketim, min fedî kir. Ev fedî, fediya welêt e. Ev jî nîşan dide ku îqtidar bi temamî têkiliya xwe ji gel qut kiriye." 
 
Paylan, destnîşan kir ku armanca van hevdîtinan ew e ku pirsgirêkên karker û kedkaran çareser bikin. 
 
Ê BIÇIN BEHRA REŞ 
 
Paylan, da zanîn ku niha jî wê biçin herêma Behra Reş û xebat û hevdîtinên xwe li wir bidomînin. Paylan got: "Em ê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li qadan bin. Em ê xwecihbûnê xurtir bikin. Em ê hîn bêtir di nav rojeva gel de bin." 
 
‘KETINE NAV LEPÊN SELEFXURAN' 
 
Paylan destnîşan kir ku AKP, ketiye nav lepên selefxuran û got: "AKP, çû ber lingên selefxurên Londrayê û çok danî. Bi faîzeke pir zêde pere deyn kir. Dixwaze bi deynan çerxa pergala xwe bigerîne. Lê ev perpitînên wan ên dawî ne. Wekî tê zanîn, kesên têkevin nav lepên selefxuran nikarin bi xwe ve bên. Ê AKP, îflah nebe. Gel jî pir hêrs bûye. Helbet roj bê, dê ev hêrs derkeve holê. Îqtidara ku ketiye nav lepên selefxuran, di nêz de ê topavêtina xwe aşkere bike. Li holê enqazeke pir mezin heye û em û gel em ê bi hev re vê enqazê ji holê rakin." 
 
MA / Mehmet Şah Orûç - Omer Akin