Meşa KESK’ê dest pê kir

img
STENBOL – Meşa KESK’ê ya ji Stenbolê ber bi Enqereyê de dest pê kir. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku meşa wan qêrîna “êdî bes e” ye. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), dest bi meşa ku ji ber zext, îxrac û sirgûnên li dijî endamên xwe ya ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve biryara wê dabû, kir. Starta meşa ku bi daxwaza “Mafê xwe yê xebatê û kare xwe dixwazim” tê lidarxistin, li ber Navanda Dan û Standinê ya Cevahîrê ya li Mecîkiyekoyê hat dayîn. Beriya meşê daxuyanî hat dayîn.
 
Parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum û Mûsa Pîroglû jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de endamên KESK’ê pankarta “Kar, keda xwe dixwazim, em ê teslîmî îxrackirin, ji peywirgirtin û zextan nebin. Wê KHK’î herin em ê bimînin” vekirin. 
 
‘ÊDÎ BES E’
 
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku meşa wan qêrîna “êdî bes e” ye û wiha got: “Em bi endamên lîjneyên birêvebirinê yên hemû sendîkayên girêdayî xwe re ji bo hevalên me yên neheqî li wan hatiye kirin û mehkûmî xizanî û hatine kirin dimeşin.”
 
‘EM Ê BI HEV RE BI SER KEVIN’
 
Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî axivî û diyar kir ku desthilat ji çar aliyan ve êrişan pêk tîne û bi van gotinan bangî endamên KESK’ê kir: “Kî li dijî wan be êrişî wan dikin. Li dijî vê xeteke topyekûn a berxwedanê jî heye. Kedkarên KESK’ê li dijî vê li ber xwe didin. Em berxwedana we silav dikin û em ê bi hev re bi ser kevin.”
 
LI GEL ASTENGIYAN JÎ MEŞIYAN
 
Piştî daxuyaniyê endamên KESK’ê ku xwestin bimeşin Egîtim Senê ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Li gel astengiya polisan jî kedkarên KESK’ê heta avahiya sendîkayê meşiyan û li vir daxuyanî dan û ji vir jî ber Qada Îskeleyê ya Kadikoyê dest bi meşê kirin. Piştî daxuyaniya ku li vir jî bê dayîn wê kedkar ji vir derbasî Gebze, Kocaelî, Yalova, Bûrsa, Eskîşehîr û Enqereyê bibin.