‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike

img

ARTVÎN - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garo Paylan ê di bernameya ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ a navçeya Hopayê de axivî û diyar kir ku wê 2 rojan pirsgirêkên xelkê Behra Reş guhdar bikin û hewl bidin ku çareser bikin.

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî Amed, Wan, Îzmîr û Mêrsînê vê carê jî li navçeya Hopa ya Artvînê di çarçoveya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’ de starta hin bernameyan da. Şandeya ji Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar Garo Paylan, Parlementer Erol Katircioglû û ji rêveberên partiyê pêk dihat, di çarçoveya bernameya 2 rojan dom bike de ewilî serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hopayê kirin. Di serdanê de pengiviya sektora avahiyê, rekabeta neheq a di navbera fîrmayên barkêşiyê û fîrmayên biyanî hat axaftin. Şandeya HDP’ê piştî seredanê, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Hopayê têkildarî bernameyê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
PAYLAN: EM HATIN GUHDAR BIKIN
 
Di civînê de ewilî parlementer Garo Paylan axivî û diyar kir ku di rojeva desthilatê de girtina partiyan û betalkirina Peymana Stenbolê heye. Paylan da zanîn ku di rojeva HDP’ê de jî pirsgirêkên ku gel dijîn hene û wiha got: “Em ê li bajêr 2 rojan pirsgirêkên ku xelkê Behra Reş pê re rûbirû mane guhdar bikin. Qesr her çiqas hewl dide gel bîne beramberî hev jî, em hatin ku pirsgirêkên gel guhdar bikin. Qesrê di pandemiyê de ev saleke di difina gel de tîne. Her tim dibêjin rûpoş û navber lê duh di eywanên kongreyê ku lebalep tije kirin de kêf dikirin.” Paylan, da zanîn ku desthilat çaya Rizeyê nagire û ji bo çayê baca gumrikê ji holê rakiriye û anî ziman ku wê pirsgirêkên esnaf û hilberîner dijîn bibin Enqereyê û çareser bikin.
 
KIZILDERE: 129 PROJEYÊN HESÊ HENE
 
Endama Komîsyonê ya Ekolojiyê Menekşe Kizildere jî diyar kir ku li Artvînê 129 projeyên HES’ê hene û wiha got: “Ji sedî 71’î Artvînê re ruxseta qada kanzayê hatiye dayîn. Qadên çandiniyê jî sedî 47 bi ruxseta qada kanzayê ne. Gelo wê ev mirov li ku bijîn? Gelê ku cotkarî û sewalkariyê dike wê bi kuve biçe, debara xwe çawa bike? We cihekî ku gelê Hopayê lê bêhnê bistîne, bijî nehişt. We bi dayîna ruxseta kanzayê ya qadên çandiniyê, qadên çandiniyê yên welatiyan, daristan û çiya pêşkeşî sermayeyê kirin.”
 
Tê payîn ku şandeya HDP’ê îro li navçeya Hopa û Kemalpaşayê seredana rêxistinên civakî yên sivîl û odeyan bike.