Destê qeyûman ji vê pirê nabe: Di 4 salan de du caran dan ber îhaleyê

img
ŞIRNEX - Qeyûmê berê Faîk Arican, "projeya Taşkopruyê" bi 25 milyon TL'yî dabû ber îhaleyê. Piştî 4 salan qeyûm Sînan Davûtoglû jî îhaleya hemaan projeyê bi 31 milyon TL'yî da heman fîrmayê. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di hilbijartina herêmî ya sala 2014'an de ji sedî 81 rayên Cizîrê girtibûn û şaredariya navçeyê bi dest xistibû. Lê belê Wezareta Karên Navxweyî di 17'ê Mijdara 2016'an de qeyûm tayinî şaredariyê kiribû û qeymeqamê navçeyê Ahmet Adanûr kiribû qeyûm. Piştî demekê Adanûr tayinî Serokatiya Daîreya Mahallî hatibû kirin. Wezaretê Cîgirê Waliyê Dîlokê Faîk Arican jî tayinî şaredariya navçeyê kiribû. 
 
Arican, piştî ku tayinî şaredariyê bûbû bi demeke kurt 220 milyon TL deyn xistibûn stuyê şaredariyê û hemû karên ku dest avêtibûnê û îhaleyên çêkiribûn di nîvî de hiştibûn. Yek ji van karan jî li ser Çemê Dîcleyê projeya çêkirina Taşkopruyê bû. 
 
25 MILYON TL WINDA YE! 
 
Qeyûm Arican, di sala 2017'an de projeya Taşkopruyê bi 25 milyon TL'yî dabû ber îhaleyê. Fîrmaya ku îhal wergirt 6 stûn û nîv ên pirê çêkiribûn û qeyûm Arican qurîşek pere nedabû fîrmaê. Lê belê 25 milyon TL'yê heqê pirê winda ye. 
 
QEYÛMÊ NÛ 
 
Di hilbijartina 31'ê Adarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinê de ji sedî 79 rayên Cizîrê wergirtibûn û şaredarî bi dest xistibû. Lê belê Wezareta Karên Navxweyî di 29'ê Cotmeha 2019'an de cardin qeyûm tayinî şaredariyê kiribû û vê carê qeymeqamê navçeyê Sînan Davûtoglû tayinî şaredariyê kiribû. 
 
HEMAN ÎHALE HEMAN FÎRMA 
 
Vê carê qeyûm Davûtoglû heman proje da ber îhaleyê. Lê belê qeyûm Davûtoglû îhaleya heman proje bi 31 milyonî da heman fîrmayê. Tê gotin dê di nêz de dest bi çêkirina pirê bê kirin û wê bi giştî 12 stûnên wê hebin. 
 
MA / Mahmût Rûvans