Karkera Sînboyê Turker: Em ê bi berxwedanê karibin êrîşan berteref bikin

img

STENBOL - Karkera Sînboyê Dîlbent Turker, anî ziman ku kardêrên ku îro bi destûra bêheq û Kod-29'ê êrîşê dibin ser karkeran, dê sibê bi tiştekî din êrîşê bibin ser wan û bang li her kesî kir ku xwedî li berxwedana karkeran derkevin. Turker, destnîşan kir ku dê êrîş bi berxwedanê berterefkirin. 

Kardêr di dema pandemiyê de bi Kod-29'ê êrîş birin ser karkeran û bi hezaran karker ji ber vê mexdûr bûne. Karkerên ku bi vê kodê ji kar tên derxistin hema bibêje nikarin di karekî din de bixebitin. 
 
Yek ji van karkerên ku bi Kod-29'ê hatiye mexdûrkirin jî Dîlbent Turker e. Turker, gava li Avcilari di Fabrîkeya Sînboyê de xebitiye, ji ber şert û mercên dijwar ên karî bûye endamê Sendîkata Karkerên Tum Otomotîv ve Metalê (TOMÎS). Piştî bûye endamê sendîkayê kardêr tahde lê kiriye û wê bi Kod-29'ê ji kar derxistiye. Turker jî ji bo vegere ser karê xwe li ber Fabrîkeya Sînboyê konê berxwedanê vekiriye û 70 roj in li ber xwe dide. 
 
BEYANÊN DEREWÎN
 
Turker, destnîşan kir ku ji ber şert û mercên dijwar ên Sînboyê bûne endamên senîdkayê û di destpêka şewbê de kardêr ji 600 karkerî destûra bêheq daye 6 karkerên endamêns endîkayê. Turker, bilêv kir ku ji ber vê wan jî dest bi berxwedanê kiriye da vegerin ser karê xwe û axirê vegeriyane ser karê xwe. Turker, bilêv kir ku piştî vegeriyane ser kar, zext û zoriyên kardêr zêde bûne û ji ber heqaret û gefxwarinan daxwazname dane rêvebiriya Sînboyê, lê belê rêvebiriya daxwaznameya wan winda kiriye û got: "Wekî me heqaret kiribe bi beyanine derewîn em bi Kod-29'ê ji kar derxistin." 
 
PÊKANÎNÊN KÊFÎ
 
Turker, destnîşan kir ku kardêr di dema pandemiyê de xwe avêtine bextê Kod-29'ê û çendî ku derxistina ji akr qedexe ye jî bi vê kodê gelek kes ji kar hatine derxistin. Turker got: "Îqtidar ji kardêran re dibêje derxistina ji kar qedexe ye, lê tu dikarî bi awayekî bêtazmînat wan ji kar derxî. Bi vî awayî pêşî li ber xespkirina mafên me vekiriye. Kod-29, derî qedexeya derxistina ji kar tê hesibandn. Kardêr, vê xalê bi awayekî êfî û bbêhiqûqî bi kar tînin." 
 
MAFÊ QANÛNÎ
 
Turker, bibîr xist ku karkerên ku bi Kod-29'ê ji kar tên derxistin gelek jê kardêran nadin ber dadgehê. Turker, anî ziman ku ên divê tawanbariyê sîpat bikin kardêr in, lê belê vê yekê li karkeran ferz dikin û got: "Me pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Me giliyê kesên bêbextî xistine stuyê me kirin. Her wiha me doza vegera kar jî kir. Ji lew re me tiştekî ku em bi vê xalê bên tawanbarkirin nekiriye. Tekane sûcê me, me mafê xwe yê qanûnî bi kar aniye. Kardêr xwe dispêrin van qanûnan û mafên me xesp dikin. Me jî li dijî vê dest bi têkoşînê kir."
 
Turker, diyar kir ku bi berxwedanê êrîşa destûra bêheq berteref kirine û got: "Gava me êrîşa destûra bêheq berteref kir, me dizanibû yên kardêr bi êrîşine nû bên ser me. Bi rastî jî wisa çêbû û berterefkirina destûra bêheq têr nekir." 
 
Ê BI BERXWEDANÊ BÊ BERTEREFKIRIN 
 
Turker, destnîşan kir ku berxwedana wan a li dijî Kod-29'ê ji nedîtî ve tê û got: "Duh destûra bêheq bû, îro Kod-29 e û sibê jî ê tiştekî din be. Têkoşîn divê li dijî vana. Ev êrîş tenê ne li me, li tevahiya çîna karkeran a Tirkiyeyê tê kirin. Êrîşine mezin hene ji bo xespkirina mafan. Lewm divê xwedî li berxwedanê bê derketin û bê qewîkirin. Ancax em bi vî awayî dikarin êrîşan berteref bikin." 
 
MA / Kadîr Guney