Esnafên Kemeraltiyê: Ma em ê çawa li ber xwe bidin!

img

ÎZMÎR - Esnafên Çarşiya Kemeraltiya Dîrokî ji ber krîza aborî zehmtiyê dikişînin. Esnafan diyar kir ku gelek esnafan dikanên xwe girtine û gotin: "Kes dengê me nabihîze. Ma gava wisa be ê esnaf çawa li ber xwe bide?" 

Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan gotibû: "Hin dost hatin, dogitin 'dikan tên girtin.' A ha va ne hejmar, kesî dikan negirtine." Lê belê li gor daneyên Rojnameya Sicîlê ya Esnaf û Sinhetkarên Tirkiyeyê; di sala 2020'î de 99 hezar û 588 esnafan dikan girtine. Li Îzmîrê esnafên Çarşiya Kemeraltiya Dîrokî bal kişandin ser rewşa ku tê de ne û gotin: "Ma em ê çi biaxifin. Rewş li holê ye. Em biaxifin jî berhewa ye. Kes dengê me nabihîse." Esnafan ji bo daxuyaniyên hikûmetê ku dibêje aliyê esnafn dikin jî gotin: "Me tu alîkarî malîkarî nedîtiye. Her hal aliyê esnafên welatine din dikin." 
 
‘QURÎŞEK ALÎKARÎ JÎ NEGIHAŞTIYE ME' 
 
Esnaf Erkan Dede anî ziman ku berî pandemiyê dikaribû heqê kirêya xwe bide, lê belê niha nikare heqê kirê jî bide û got: "Heya niha min 3 kirê nedane. Her diçe zehmtir dibe." 
 
Dede, bilêv kir ku deynê wan ê bacê jî ketiye ser hev û got: "Ê fidakarî kir em in. Lê wan tu fidakarî nekir. Em bacê didin vê dewletê. Lê wan qurîşek jî aliyê me nekir. Bi sond û peyman, êdî em şerm dikin. Ji sibehê heya êvarî an cotek pêlav difiroşim an nafiroşim. Her diçe xirabtir dibe. Wisa bidome ez ê bigirim û biçim." 
 
‘EM DEYN DIKIN DEYNÊ XWE DIDIN' 
 
Esnaf Coşkûn Tolga anî ziman ku ku heqê kiriya dikana wî 3 hezar û 500 TL ye, lê bila nikare bide. Tolga got: "Îro gere 2 hezar û 540 TL deynê xwe bidim. Lê di qaseyê de tenê 120 TL heye. Hesab li ber çava ye. Em ji derdorê deyn dikin û deynê xwe didin. Ma em ê heya kengî karibin li ber xwe bidin." 
 
JI 10 DIKANAN 5 JÊ GIRTÎ NE 
 
Tolga, da zanîn ku amûrên dikirin ji sedî 85'ê wan ji derveyî welêt tên û ji ber kûra dowîzî zêde dibe dixisirin. Tolga, diyar kir ku amûreke ku berê bi 100 TL'yî distand, niha ji ber kûra dowîzî bûye 230 TL û got: "Êdî em nikarin malzemeyan jî bikirin. Em nikarin ên em dikirin jî bifiroşin." 
 
Tolga, destnîşan kir ku ji ber rewşa aborî êdî ji 10 esnafên çarşiyê 5 jê girtî ne û ên vekirî jî d nav deynan de ne.. Tolga got: "Heger lic ihekî wisa halê esnafan wiha be, nexwe halê esnafên Tirkiyeyê ne tu hal e. Bêyî alîkariya dewletê ne pêkan e em karibin li ser pêya bisekinin. Lê wer xuya ye yê tu alîkarî malîkariyê nekin." 
 
‘MIN HUNGULÎSKA XWE FIROT' 
 
Çayger Salîm Akkaya jî anî ziman ku kar nemaye û ji bo fatûreyên xwe bide hungulîska di tiliya xwe de firotiye. Akkaya got: "Tu hêviyek min ji hikûmetê tune ye. Esnafan digire, lê hêwanên kongreyê heya ber dev tije dike. Ev şaş e. Heger cardin dikanên me bigirin, em ê nemînin. Heger bigirin nexwe divê aliyê me bikin. Bila heqê kirêyên me bidin, heqê kredî û fatûreyên me bidin." 
 
Ruhî Îşverenler ku kirtaseyiya wî heye anî ziman ku ji roja ku dibistan hatine girtin heya niha tu kar nekiriye û sozên ku hikûmetê ji bo esnafan dane yek jê jî bi cî neaniye. 
 
Esnaf Engîn Kaygisiz jî got: "Jixwe ji ber krîzê esnaf bi zorekê li ser pêya disekinî. Pandemî hat em neman. Kesên ji me re dibêjin 'derabeyên xwe bigirin, radibin kongreyan li dar dixin. Em pir bihêrs in, pir." 
 
MA Ê ESNAF ÇAWA LI BER XWE BIDE? 
 
Ramazan Kahyayê 46 salî jî got: "Êdî em nikarin heqê mesrefên xwe jî derxin. Berpirsiyar dewlet e." Kahya, anî ziman ku heqê kiriyên esnafan pir zêde ne û dewlet alîkariyê nake û got: "Jixwe zêdebûna dolar li ber çava ye. Ma gava rewş wiha be ê esnaf çawa li ber xwe bide?" 
 
MA/ Nacî Kaya