Li Botanê koçeran dest bi amadekariyên zozanan kirin

img

ŞIRNEX - Bi germbûna hewayê re koçer ji bo rêwitiya zozanan dest bi amadekariyên xwe dikin. Li navçeya Hezexê, ji bo amadekariyên çûyîna zozanan, jinên koçer bi dûrina konan xebatek hevbeş bi rê ve dibin û kedeke mezin didin. 

Bi hatina biharê û germbûna hewayê re koçerên herêmê dest bi  amadekariyên xwe dikin ku berê xwe bidin zozanan. Jin bi hatina biharê re, dest bi çêkirina konên ku herî zêde li zozanan hewcehî pê heye kirin. Konên ku ji berhevkirina parçeyên cuda tên amadekirin bi xebatak hevbeş tên çêkirin. Li taxa jor a Hezex a Şirnexê,  jinên koçer, ligel gotina klaman bi teşî ristinê û dûrina konan amadekariyên rêwîngiya zozanan dikin. 
 
BI TEŞÎ RISTÎNÊ AMADEKARIYÊ DIKE
 
Şîrîn Tatli a ku bi teşî ristînê re ji bo çûyina zozanan gorayan çêdike diyar kir ku her sal li gel germbûna hewayî ew mehekî pêşiya rêwingiya zozanan amadekariyên xwe dikin û wiha axivî:" Di berê de heta niha em goreyên xwe bi teşiyê dirîsîn. Di salên berê de destê her jinekî de teşî hebû,lê  niha qîmeta teşiyê tune ye. Em jinên koçer di her şert û mercan de vê çandê zindî dihêlin û em naxwazin ku ev çand bimire. Zehmetiyê wê pirin. Heta ku mirov çêdike destê mirovî pir diêşe. Lê em jê aciz nabîn. Sebra min bi teşiyê tê. Di herêma me de hewa êdî gerim bû û em jî  amadekariyan dikin ku berê xwe bidin zozanan. Her ji me amadekariyekî dike. Em di niha di bexçeyê malê de amadekariyan dikin. Ez ji bo çûyinê gore çêdikim û jinên din jî koneyan çêdikin. Di berê de me kone jî bi teşiyê dirîstin. Lê niha kesê ku bi teşiyê koneyan çêbike tune ye." 
 
'MALA ME LI SER PIŞTA ME YE'
 
Dayîka Gûl Oner a ku dûriniya koneyan dike jî anî ziman ku di koçeriyê de jî her karek li ser milê jinane û wiha got:" Amadekariyên me yên zozanan beriya mehekî destpê dikin. Piştî meheke din dê rêwingiya me ya ber bi zozanan ve  dest pê bike. Jiyana koçerî gelek zehmete. Her roj koneyan dane,rake û bar bike. Bi rastî jî gelek zore. Di koçeriyê de mala me li ser pişta me ye. Lê dîsa jî em kêfxweşîn. Niha jî me lezdane xebatên xwe. Pêwîste em amadekariyên xwe heta mehekî xelas bikin. Em her koneyekî 20 perçeyan çê dikin. Tenê çêkirina koneyekî 3 rojên me digire. Ji ber wê çiqas ji destê me bê em dixwazin ewqas zû xelas bikin. Her xebatek li ser milê me jinane. Di roja me ya îro de kesên ku çanda koçeriyê didomînin jinin. Ez hatime vî emrê xwe heta niha ez diçim zozanan. Di her çûyinan zozanan de ez bi kelecanim. Niha jî em li bendê ne ku rêwingiya me ya ber bi zozanan destpê bike." 
 
MA / Zeynep Dûrgût